Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 51 peyam
peyamên reşşikkirî yên di vê mijarê de; î ya berî y yê
peyamên reşikkirî

117521. rêbera rastnenivîsandinê ya komxebata ne-komxebata kurmancî* ferman daye, bila êdî î wekî xwe bimîne. anku bi ya wan êdî ne hewce ye ku î-ya berî y-yê wekî i bê nivîsandin. lê ew bi xwe tê de, bi çavsorî, bi dînitiyeke nezanî hemû -iy dikin -îy. ne tenê xanî-yê> xanîyê lê her wiha çiya-çîya, kiriye-kirîye! û hwd. Çima?

û di vê noqteyê de tu argumana wan a zanîstî tune ye! ew bi xwe nizanin divê -iy li kuderê -îy be, li kurderê -iy bi xwe ye! sirf karibin bibêjin em tiştên nû dikin, van biryaran dane û ji xelkê re ferz dikin!

kesên tembel jî dane dû wan û bi hev re bi navê zanistî û komxebatê kurdiya standart a ji hawarê vir ve ev 80 sal zêdetir e tê nivîsîn wêran dikin, xira dikin û hildiweşînin.

û li vir bala min kişand: navê celadet alî bedirxan bi xweşî nayê bilêvkirin, wekî ku tune ye, wekî ku wî ev alfabe neafirandiye...

ka lê binerin şemsettin işikli çi dibêje:

Di rûpela 123yan de rêber hevokeke wiha dinivîse: ‘Divê bihê dîyarkirin ku di vê mijarê da fikreka din jî heye. Nimûneyên vê fikra ku Celadet Bedirxan jî piştgiriya wê dike, weha ne.’ Di rûpela 137an de jî Rêber navê Celadet Bedirxan dinivîse û dibêje; veqetandeka ‘ine’yê nabe, bila bibe ‘inên’. Min di van hevokan de problem dît. Hevok ne rast e, Celadet Bedirxan ne piştgir e. Û ji bo çi Rêber di lidijderketinên xwe de navê Celadet Bedirxan bi bîr anîye?


neheqî û nankorî tê kirin.

rêbera rastnivîsînê/117084



06.06.2013 16:08 | endazer

122366. ev qeîde ji aliyê celadet alî bedirxan ve hatiye danîn. berî li ser vê qeîde biryar bide, dehan hejmarên hawarê bi -îy- nivîsandiye lê piştre ji ber hin sebebên zimannasiyê û taybetiyên kurdî dev jê berdaye û wekî îro -iy- qebûl kiriye. ji hawarê vir ve wiha tê nivîsîn lê komxebatek rabû, li ser xelkê ferz kir. hin ji xelkê jî bê minaqeşekirin qebûl kir. lê biryara wan bêyî zanyarî bû, şexsî bû, ferzkirineke beredayî bû. ji me re ne tenê zimanzan, her wiha zimannas lazim e.

husein muhammed li vir divê kurd çima vê qeîdeyê biparêze û edeta tastnivîsê ya kurdî ya 70 80 salî biparêze, wekî kurte vegotiye: Here lînkê

rêbera rastnivîsînê/117084



06.06.2013 16:08 | endazer