Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 51 peyam
serjinik - tirşik
serjinik
(3) (2) (2)
di mijarê de bigere

2. meyÎk



15.08.2013 00:53 | seydayê_peyvan

3. yanî serpîrek...

yanî ew kesê ku ji bin fisa pîrekan dernakeve loo...



16.08.2013 17:24 | devliken kelogiri

4. kesên ku zayenda wekhevî di parezin



17.08.2013 00:14 | newenda

5. efemîne.



17.08.2013 00:23 | tivirloismail

6. ji mêrên ku bindest û berdestê jinên xwe ne re tê gotin.. yanî ji tirsa jina xwe nikarin û newêrin tirrekî jî bikin feqîrên Xwudê.. xwudêjêstandî ne.. gunehê sa û giriyê kafiran jî bi wan tê..



17.08.2013 00:39 | endazer

7. hinek ji ev mîrovan heyê li malê ber jina xwe wek berxê lê hema li derda wek gurin,tahdê herkesî dikin.



17.08.2013 12:59 | bayesar

8. Erê ez ne serjinik û merjinik im lê nanê xwe ez çêdikim, cilê xwe ez dişom, firaqê xwe ez dişom, cilê xwe ez didûrûm û dikewînim û ûtî dikim filan û bêvan *



19.10.2013 00:02 | ceso

9. ew kes in ku li mala xwe, pevçûnan de her tim yê ku gotina dawîn dibêje, ew in.

(bnr: temam xatuna min)!



19.10.2013 00:05 | simurg56

10. serpîrek e jî...



19.10.2013 00:06 | dîno

11. ji bo MIROVÊn HANÊ TÊNAKEVE KATEGORIYA zayendiyÊn civakÎ, BI EV BIWÊJ RE WEKÎ PÊ RE HENEKÊN XWE BIKE, TÊ BIKARANÎN. NE TENÊ TIRSA JINAN, HETA ZILAMÊN MÎNAK JINA XWE YA DUCANÎ YÊ neh mehî RE AV TÎNE JÎ BER ÇAVÊN WAN KESÊN DIBE SERPÎREK. DAWIYÊ MÊrên kurd dibe pederşahî tofanî tê mala wan. mînak di nav vê mijar e:



(bnr: taybetiyên xweser ên mêrên kurd)



19.10.2013 10:07 | biruya hayao miyazaki

12. kesê tirsonek ra tê gotin...



03.02.2014 14:55 | gokerr

13. peyveke ku ji bo mêrên kêrî tiştekî nayên, tirsonek, bêhez , xwelîser re tê gotin. lê ji bo jinan di eslê xwe de heqeretek e.



06.11.2015 01:08 | nazim tolhildan

14. (bnr: em ê wek jinan nejîn) *



06.11.2015 01:12 | brusk56

15. (bnr: serzilam)

(bnr: sermêr)



Gelo çima berevajiya vê peyvê ji bo jinan tune ye? Çimkî ji bo piçûkxistina mêran ancax şibandina jinan kar dike. Weke ku meriv bêje serker, serdewar, serwehş...



(bnr: çanda me ya pîs)

(bnr: çanda ku ji aliyê mêran ve hatiye sazkiri)

(bnr: çanda xwe biparêze lê hinekî jî ji çanda xwe bi dûr bikeve)



06.11.2015 01:16 | mergehez

16. kesên ku wekî jinane ji wanre dibêjin yanî yên timî li cem jinane pir naçin ba mêran rasttir dibe. divê wek heqaret neyê dîtin jiber hewceye piçek giranîya mêran hebe..



06.11.2015 01:18 | shorbevan

17. ji hişmendiyeke feodal û nêrîneke teng sifeteke heqaretamîz e.



06.11.2015 02:36 | diclefirat

18. du heb ji wan di tirşikêde hene reşşika didin haya we ji wan hebe an netirsin dezmêj ji wan naşkê..



06.11.2015 14:26 | shorbevan

19. Li herêma me yê mêrdîn wek "serpîrek" tê gotin. Gava min guh dida cemaata pîreka xwişka min û diya min ji min re digotin serpîrek.

(bnr: - tu çima li me guhdarî dike serpîrek!")

Gava yekî mêr karekî -wek yê jinan tê zanîn- dike ji aliyê jina jê re tê gotin.

(bnr: - tu çima çêkirina xwarinê xeber dide serpîrek!")



06.11.2015 14:53 ~14:54 | metowski

20. (bnr: çawa çêbû)?

(bnr: di carekî de çanda me pesnê wê dida pîs bû)?

wek çend tirşikvanan li jor nivîsî; ji kesên bêhtir li ba jinan rûdine, radibe, karên -ku bêhtir jin dikin- dikin re tê gotin.



herwiha ji jinên tim li va mêra û karên mêra dikun re jî rasterast gotinek nayê gotin; lê mirov dibêje "ew, weke mêra ye"



06.11.2015 19:02 | xendekî

21. mêrên wek jina tevger dikinre tê gotin.



pêşîya 7 sala ji minre jî dihat gotin , ez nav 4-5 jinade mezin bum.



06.11.2015 20:23 | mijdar

22. peyva ku ji aliyê hinekan ve bi wateyek din tê bikaranîn.
hevsera min jî ji sêrtê ye û ew ji bo wan zilaman dibêjin serjinik ku zêde tevlî îşê jinan dibin.
lê ez dibêm ev bikaranînek çewt e.



19.04.2018 21:18 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik v3.0 [2]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [3]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
îtîrafên tirşikvanan [1]
ev demeke dirêj berê min li tirşikê taybetmendiyek zêde kiribû û ji bî...
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
belki ev jî bala te bikişînin
» serjinik

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi tekili zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî