Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    3 mijar û 3 peyam
    gurçik - tirşik
    gurçik
    (0) (0) ecêb (0) (7)
    di mijarê de bigere

    1. organekê laşê mirovan e, cotek jê di her mîrovekî de peyda dibe. mîsyona wê paqijkirina xwînê ye. yanî gava xwîn tê ra derbas dibe tiştên ji mirov ra xerab (pirrê van tiştan ûre ye) digire û dixe mîz û dişîne mesaneyê. bi wî haweyê xwîn paqij dibe. biwêjek jî li ser vê organê heye: min gurçika te xwaro.



    2013.08.17-13:27 | bayesar

    2. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2013.08.17-14:45 | elegez

    3. di kurmanciya gewr de ku yek jê serkeftîtirîn bikarhênerê vî zarê qedîm arjen arî jî di helbesta xwe ya bi navê şêrgele de bikar tîne ji bo kesên mêr û mêrxas biwêja gurçik risas tê bikar anîn..



    2013.08.17-17:47 | endazer

    4. a ku cem me weke gurçîlk tê gotin.



    2013.08.17-19:44 | simurg56

    5. EW laşê KO DI DAYIKEMIN DE HER TIM DIÊŞIYA.



    2013.08.17-19:45 | birahîmê mîrekî

    6. peyvek seyr e. qet nebe ji bo keça min.
    wê rojê em bi hev re diçûn firinê ku nan bikirin. bêsedem wisa got:

    - bavo gurçik çi ye?
    + ev ji kû hat bîra te?
    - ez nizanim, hema hat aqlê min gurçik. dizanim tiştekî bû lê nahta bîra min ka çi ye.
    + gurçik navê organekî me ye. te dît min cihê wê ji te re gotibû ya...
    - haa, hat bîra min.



    2018.09.19-22:13 | simurg56

    7. peyva ku rojên nexweş têne bîra min.
    Par van çaxan hîn bûbûm ku gurcika min di nava xwe de ji xwe re kevirek mezin kiriye. Qasê findiqekî.
    Lê çawa hîn bûbûm ew rewşeke xerabtir bû, şevekê ji nişka ve sanci dest pê kiribûn. Bi şeref mi gotibû ez ê mirim.
    Û paşê şikandina wî gurcikî jî derdekî din bû :/
    û pir ditirsim ku careke din derkeve.
    Ji bo dernekeve gelek bîra vedixum *



    2018.09.19-22:17 | gulêê

    8. (bnr: dil û gurçik parê keçik)



    2018.09.19-22:44 | xelîl

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    flamenko [2]
    muzîk û dansa gelerî ya endulusê ku bi tevlihevbûna gelek çandên wek e...
    navê hespên navdar [3]
    Hespên navdar: Navê hespê pêxemberê me yê zişan "Bûraq" Na...
    civîna yekem a ferhenga şikestî û ceso ya li stenbolê [4]
    civîna ku teqrîbî sêzdeh saet berdewam kir, heke nobeta ferhenga şikes...
    çewtiyên mantiqî yên vegotinê [3]
    beşek ji pirtûka rêzimana kurmancî ya bahoz baran e.. ...
    duyemdest [1]
    peyva ku min berî çend deqeyan ji ber xwe avêt. mirov dikare ji bo tiş...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » gurçik

    Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî