Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 53 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; emrê ku tirşikvan hînî tirkî bûne
peyamên çepikkirî

11584. ji bo min jî 6-7 e. ez bawer dikim ji bo piranîye zaroken kurd rewş ev e.

ez penc û nîv salî bûm, me mala xwe ji kurdistanê nû bar kiribû tirkîye. dema kû em gihiştina wî bajarî du peyvên ku min di zimanê tirkîde zanîbûn ev bûn: gel û git. li kurdistanê jî, jî sibê heta evarî, ez di banîde û xwarde baz didam û min ji xwere di stirî: gel, git, here, were, gel, git, here were...

gava ku ez li kurdistanê bûm, dibê ku min tirkî yan jî tirkîtîye wek "çûn û hatin" didît lê dema ku ma barkire bajarên wan, min dît ku ji xeyrî çûn û hatinê hunerên wan pirin.. peyva 3'emîn ku ez elimim "terörist" bû... erê hevalno, ez penc û nîv salî bûm û min sê peyv di vî zimanê nû de dizanîn: gel, git, terörist.



06.06.2013 10:59 | filitto lawo

11596. 7 salên xwe de min bi "tavshan kaç tazi tut"ê destpêkir. niha jî layê min di 2 saliya xwe de bi "çishimiz tuvalette" dielime. neviyên min wê di DNA ya xwe de nivîsandî xwedê bidin. hey waaaax! min bikujin!



30.05.2013 15:45 | simurg56

107746. 6-7 salî. li gorî gotinan min pirsên mamosteyê fêm dikir lê bersivên xwe bi tirkî digot û ew jî -qey kurd bûye- li dê û bavên min gotiye ku li malê jî pê re tirkî biaxivin ku lawik zehmetiyê nekşîne li dibîstanê. encam:
di lîseyê de nedikarîbûm kurdî bipeyivim. hingî herkes henekê xwe li min dikir, min fedî dikir çend peyvan bibêjim. lê heman kes ji ber perfect-iya tirkiya min, her tim ez bi xwe re dibirim daîreya dewletê. pfff

tu dibîne, 8 sal ji bo jibîrkirina zimanê dayîkê bes e.


- kahvaltida ne yiyorsunuz oglum?
- em çay û penêr dixwin.
- pekî yemekleri neyde pişiriyorsunuz?
- di nav beroşê de.

malbata min hîn jî ji min re "penêro, beroşo hwd" dibêjin :/



06.06.2013 16:08 | endazer