Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 53 peyam
çay - tirşik
çay
(4) (2) (6)
di mijarê de bigere

21. Dema meriv îskanê lihevdixe ku nebû şîngeşînga kevcî, dema meriv vexwar ku şirrrîniyek ji lêvên meriv nece, pistî wexwarina cayê jî ku meriv wekî karkerekî ku li toptancilar sitesiya amedê du qemyon bulgur daxistibe û cayê wexwaribe nebêje oxxx westana wî nace.



07.10.2013 22:52 | dîno

22. çawa nehatiye nivîsandin nizanim.

şikandina tîna/têhna mirov de, vexwarina herî serkeftî ye.

bi taybetî piştî xwarinên giran.



20.10.2013 21:27 | simurg56

23. heman demê de mecburiyetek e jî. gelek mekanan de tekane tişta ku mirov dikare vexwe çay e û mirov neçar e ku çayê vexwe.



29.01.2014 21:27 | simurg56

24. ya ku li serhadê de bi sûreta qitkirina şekira sipî tê vexwarin e.



di pirtûka dostoyevsky ya bi navê cin ê de qala vexwarinê çayê ya wê sitîla tê kirin. bi qasê ku di pirtûkê de derbasi dibe, vexwarinê çay ya bi awayi qitkirina şekira sipî, ji alîya hejar û gundî ya dihat îcra kirin. bêtirê, xweşê aristokratan rûsê qet bi wê sitîla ne diçû û ew, vexwarinê çayê ya wê sitîlê biçûk dibîniyan. yanê, li wir pirsgirêka sinifî heye! *



bi qasê ku ez pê dizanim, çanda vexwarinê çayê pêşin li çînê destpê dike û piştrê rûsyayê û welatên din re derbasî dibe. dibe ku gelê serhadê jî wê benek û sitîlê ji rûsan ithal kirin e.



26.03.2014 22:08 | ervah.azad

25. a ku rojên dawî zêde nikarim vexwim. ax ax min qet neêjmartiye lê rojna bawerim min çil qedeh jî vedixwarin, ax ax ji wan rojan re.



07.05.2014 20:37 | azadixwaz

26. vexwerina ku "... dibêjin ku rojê ji ... qedehan zêdetir vexwarina wê ne baş e". hûn dikarin bi keyfa dilê xwe valahiyan tije bikin *

(bnr: agahiya mîsoger e em belav bikin)



07.05.2014 20:40 | simurg56

27. (bnr: vexwarina sereke)




28. a ku piştî fitarê pir xweş e. ji xwe mu semawerê de çêke û heta xilas bibe vexwe, keyfa weke wê tune. ya rast îdeala wê heta paşîvê vexwarin e.



01.07.2014 22:21 | azadixwaz

29. sofî dibêjin çay bîne dil şewitî : )
çay û şewata dil *



22.08.2017 18:58 | bûtîmar

30. Dema ku mevan were mala te; tu ziyafet jî bidî ger tu çay nedî dibejîn :
Te dît çay kî jî neda me



30.03.2019 19:35 | monerica

31. Vexwarinekî pir navdar û xweş e.Cihê wê ba min mezin e.Bi taybetî gelê kurd pir hez dike û vedixwe.Dema sohbetên taybet da cihê wê tu tişt nagire.Hinek caran ji bo şahîyê hinek caran jî ji bo xemgînêyê tê vexwarin.Ez bawer dikim jîyana gelek kesan da cihê wê taybet e.



13.12.2019 21:13 | mêrxasê serhedê

32. min li trabzonê de jî vexwar, tu eleqe li çaya marketan tunebû. Di serî de tama vê hinek cûda tê lê piştre mirov dielime. û fam dike ku heta îro çayekî vexwarîye ne çay bûye



13.12.2019 21:27 | kajav

33. vexurika ku stran li serê tên çê kirin *




13.06.2021 21:50 | merwano

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
tirşik v3.0 [1]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
belki ev jî bala te bikişînin
» çay heraretê distîne

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî