Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    6 mijar û 6 peyam
    ezîz can - tirşik
    ezîz can
    (1) (0) ecêb (0) (2)
    di mijarê de bigere

    1. Ezîz Can, strana yalda abbasi & mohsen mizazade ye. Min berî çend rojan hêj nû dît. Kurdên îranê ne. Gelek xweş dibêjin. Ji vir:








    (li ser youtube'ê) here strane. Malpera yalda abbasi: Here lînkê (bi îngilîzî), li vir dikarî hinek agahiyan bibînî: Here lînkê (bi tirkî), li ser malpera çandname.com'ê: Here lînkê (bi kurdî), li ser wîkîpediyaya tirkî: Here lînkê (bi tirkî), li ser cinorek.wospress.com'ê: Here lînkê (bi tirkî), gotinên straran a yalda abbasî, li ser lyricstranslate.com'ê: Here lînkê



    2016.08.30-21:59 | bikarhêner

    2. Peyvên stranê;

    Ewrê asmîn erman(x4) degormijin(x2)
    Geriyê berxan xwayê can debarêjin
    Hemdil hevdû ezîz can qet navêjin hevalê
    Cav şûr pirin erman(x4) sere savê(x2)
    Orzelingê heval can verîn rawê
    Biken bira ezîz can derd bela vê hevalê

    Terki mi kir ella xweyî erman(x2) dilberê min(x2)
    Daqek danî yarî can cîgerê min
    Bû xeraw o mal xeraw dilberê min lelay lay

    Xewer navû ella xweyê erman(x2) je yarê min(x2)
    Kemandarê bê murwet bir dilê min
    Xewer navû azîzê je yarê min lelay lay

    Balaxane erman(x6) xişt o nîme erman erman xişt o nîme
    Fekî yarê hevalê kaniya jî me
    Fekî yarê hevalê kaniya jî me lelay lay

    Ser helînem erman(x4) le kevîran(x2)
    Çare vûme yarî can xane vêran
    Le vî kara mal xeraw vûme heyran lelay lay

    Balaxane erman(x4) xişt o nîme(x2)
    Fekî yarê hevalê kaniya jî me
    Fekî yarê ezîzê kaniya jî me lelay lay

    Terki mi kir ella xweyê erman erman dilberî min(x2)
    Daqek danî yarî can cîgerê min
    Bû xeraw o mal xeraw dilberê min lelay lay

    Xewer navû ella xweyê erman erman je yarê min(x2)
    Kemandarê bê murwet bir dilê min
    Xewer navû azîzê je yarê min lelay lay
    Şa sîyaran erman(x4) ka gula min(x2)
    Kemendarê bî murwet bir dilê min
    Daxek danî yarî can cîgerê min lelay lay

    Wateyên peyvên ku di nav stranê de dibuhure;
    1-
    Degormijin: digurmîn, digumîn, dixumîn, diwizîn, diorîn...
    -dengê gurm- tundiya teqîn, lê xistin, lê ketin û hevşêweyê van bûyeran bi riya dengê nîşan dide û wateya bûyeran dihê xurtkirin.

    Gerî: kerî

    Debarêjin: debat dikin, giftûgo dikin, gotûbej dikin...

    Navêjin: nabêjin

    Hemdil: dilbend, bi tirkî gönüldaş

    Cav şûr: Çavşor, biwêjek e, ji bo mêrên gelekî li pey jinan digerin wek tebîrek tê bi kar anîn. Yan jî çavbaz, çav xerab.

    Savê: sibe.

    Orzeling: ûzeling, cûreyek gulan e. Ji bo çavînî nebe yanê nezer lê nekeve tê verîçkandin û wek mişemayê ango wek mûmê tê şevitandin. Bi tirkî üzerlik.

    Verîn: verçikînin, verûçikînin, rûçikînin, pirçikînin, pirçukînin...

    Rawê: rawî, mûm, mişema

    Bela: belav

    Vê: bê

    2-
    Ella: ellah, allah

    Xweyê, xweyî: xwedê, xweda

    Daq: dax

    Xeraw: xerab

    3-
    Xewer: xeber

    Navû: nebû

    Kemendar, kemendar: xwediyê pêşerojê.

    Keman, kemen: kevan, zewicî, cewitî yan jî aso, ufûq, pêşeroj...

    Bê murwet: ne bextiyar, ne dilxweş, ne bextewer, bextreş, bedbext...

    Murwet: weke şa bûna serkeftineke bi dest xistî ji buyerên qenc û baş re şad û bextewer bûn, dilşayî, kêf, dilxweşî... Bi erebî muruwwet.

    4-
    Balaxane: balexanî, avahiyên gelek bilind.
    Bala: bale, berz, bilind
    Bal: balahî, serî, jorî,berzahî, bilindî, hilindî...

    Xişt: qalibên ji heriyê yan jî ji çîmentoyê çêkirî. libin, tuxle, acûr, kerpîç, kelpîç.

    O: ew, wî, wê.

    Nîm: nîv

    Fek: herwiha feq, xefik, kemîn yan jî dev. Heger peyva fek li cihê  peyva devê hatibe bi kar anîn bi riya peyva devê dihê wateya cem, nik, ba... jî.

    Jî: jîn, jiyan, merg, temen, heyat, umir...

    5-
    Helîn: hêlîn

    Kevîr: kevir

    Vûme: bûme

    6-
    Şa sîyaran: serokê, qehremanê, palewanê, egidê siwaran yan jî şahê şahan, şahê padişahan...

    Şa sîyar: şahsiwar, şehsiwar, sersiwar...

    Şahsiwar: Zêdetir ji bo serokê siwaran tê gotin, sersiwar.
    Herwiha di dîrokê de di dema Serdema Navîn ji bo cengawerên bijare û guzide hatibû gotin.
    Yekî din şayê hikimdar û serdestan, şayê ferwar, şa û padişayan...

    Siwar: Herwiha kesa/ê ji cihekî weke otomobîlê di amyarekê yanê wesaîtekê de yan jî li gunda li ser pişta dewaran diçe cihekî din tê gotin.
    Yekî din ji bo kesayetiyên ku hikmê wan gotinê wan li ba mirovan derbas dibe, derbasdar e, muteber e yanê. Ji hikm û qerarê wan û gotinê wan re dihêt qedir û qîmet danîn, tê sepandin. serdest, ferwar, padişa, paşa, şa, serok...











    2017.05.13-23:04 [guhertin:2017.05.14 00:54]| rûbar

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    sevan nîşanyan [1]
    etîmologekî ne xerab e lê mixabin ku cudahiya farisî û kurdî nizane le...
    keçikên seksîtirîn ên kurdistanê [5]
    bi qewlê cegerxwîn; tev dinamêt in, agir û pêt in, sor in wek êtûn. ...
    firat wergerî [3]
    di esilê xwe da firat cewerî ye û bi rastî nivîskarekî hêja ye...
    danîna hinaran li ser goran [1]
    yek çû,wê hezar were...
    apê min cemşîd xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir [1]
    bi ya min serkeftîtirîn romana kurdî ye. û mînakeke gelek baş e ji bo ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » ezîz weysî
    » canon eos 100d

    Kategoriyên mijarê:: muzikstrn kurdukurdi
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî