Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 18 peyam
levent gültekin - tirşik
levent gültekin
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Nivîskar û rojnamevanekî kurd e, di sala 1972 ê de li navçeya golan a erdexan ê de ji dayik bûye.

Heta çûyîna perwerdeya zanîngehê li navçeya golan a erdexanê de diçe mektebê û li wir dijî. Li zanîngeha anadoluyê di lîsansa beşa rêveberiya giştî de mezûn dibe û li zanîngeha selçukê di pêwendiya navneteweyî de masterê xwe temam dike.

Levent gültekin li rojname û qenalên yeni Şafak, cine5, internet haber ê de xebitiye û niha li rojnameya internetê dikenê de nivîskarî dike.

Levent Gültekin heta 4-5 sal berê îslamîst bû bi xwe jî usa dibêje, niha ji boyî xwe dibêje ez demokrat im. Di van rojan de rexneyên akp dike loma di nav kurd û çepgirên tirk de zehf popûler e.

rewşenbîr û siyasetmedarên (û hwd) kurd ji bo ku li ber çavên tirk xwe bidin qayîlkirin, dibin dîndar, demokrat, çepgir, sosyalîst, humanîst dibin her tiştî lê tenê nabin kurd. Ji ber ku hemû tişt ê wan heta ku tu nebî kurd ji te re mimkun e, heke tu bejî kurd? umet, biratiya hezar salan, berî her tiştî mirovatiyê dest pê dike û bertek nîşan didin. Yanî tenê nasyonalîzm ba wan rast e, yên din kêm e, tune ye, derew e, şano ye...

Levent Gültekin carekî behsa perwerdeya kurdî hatibû kirin, wiha gotibû "ziman ne muhim e meriv re perwerdeya bikalîte lazim e", careke din jî ji bo Barzanî, "pêşî bibin meriv paşî ji xwe re dewlet ava bikin me dewleta xwe ya tirkiye ava kir lê hûn dibînin tenê ew têrê nake"
Û pêla hanê jî digot "Kurdbûn ne xema min e, ya girîng em meriv bibin"

Kî ji derdê xwe berde û ji bo ku xwe nîşanê xelkê bike daku bêjin "wey çi demokrat e çi humanîst e çi miroveke başe" ne jidil e, heke cinazeyê bavê te li erdê be û tu ji wî berdî herî şîna xelkê, yan jî qîza te yê nexweşiya wê ya giran hebe tu ji wê berdî nav cî û tu herî nexweşê cînarên xwe lê binêrî tu ne samîmî yî.

Wekî siyasetmedaran Her kesî re çavê xwe diqirpîne, texmîna min Rojekî bikeve siyasetê. Camêr peyî nanê xwe ye.

Li rojnameya hürriyetê de Bi ayşe arman re hevpeyvînek çêkiriye, bixwînin hûn mebesta min fehm bikin:
Here lînkê



13.05.2017 22:54 ~2017.05.14 09:48 | mîr

2. Wek asayiyane ango normalane mirov bi ger bi çerx dikeve û digihêje riya rastiyê, lê xuyaye zivirîna zêde û bêpîvan teraziya yekî xera dike. Pê re mirov berê xwe nikare derxîne. Wekî serxweşan dişewişe dilewlibe û bi serserkî digundire, dikeve li binê lingan. Sergêjbûn wiha ye, him ziyanê dide li dorê him jî yekî zererê dibîne. Di dawiyê de meriv dema ku hîç jê hêvî nake navê vî winda dibe, ji holê dirabe. Bi tevayî xirabî û av kolandin. Hinek tevgerîneke bihendaze û hevgirtî pêwîst e.



14.05.2017 02:05 ~02:06 | rûbar

3. "wekî siyasetmedaran her kesî re çavê xwe diqirpîne, texmîna min rojekî bikeve siyasetê. camêr peyî nanê xwe ye" levent gültekin/99246

Min van gotinan jorê 13.05.2017 de gotibû, îro derheqê hilbijartina serokkomariya tirkiyê ya 24.06.2018 xwe wek namzed nîşan daye.

Here lînkê



18.04.2018 23:45 ~23:45 | mîr

4. ev demek gelekî dirêj e ku li tirkiyê digere û konferansan û semîneran dide. li gorî îfadeya wî bixwe, wî hevalên xwe û agaşta xwe wê demê terikandiye ku rêhevalên wî di demên xwe yên herî quwet de bûn.
li gorî nirxandina min, yekî durist û samîmî ye. Eger li pey meqam û pereyan bûya, gelek bi hêsanî dikariya bibe wekîl heta belkî wezîr jî. akp rêxistinek wisa ye ku, eger mêrik niha jî çerx bike, dikare di nav akpê de bibe xwediyê gelek tiştan.
li tirkiyê, mirov tiştên wisa nedîtine loma nikarin bawer bikin ku mirovek bikare sekna xwe bi xwe rexne bike û li dû hiqûqê bikeve.
herî dawîn di halk tvyê de tevlî programek bûye. mirov ji şêwaza pêşkêşkêr fêhm dike ku wisa difikire "ev rebenê hanê berê îslamîst bû lê niha hat ser riya rast, ser riya me". gelek ji çepgirên chpyî wisa difikirin, çimkî misqalek jî ji gotinên wî fêhm nakin. ya rast camêr nehatiye ser riya chpê an jî partiyek din, behsa edalet û prensîban dike. lê ne hikumet guh didê ne jî muxalefet fêhm dike. tenê ji ber ku muxalîf e, muxalefet cih dide wî ewqas.

her tim bi hemû serok û rêvebirên partîyên muxalîf re, di nav têkiliyê de ye, da ku wan li tifaqa demorasîyê li hev bîne. ji bo hevkaryia bi hdpê re jî, tim û tim muxalefetê dehf dide.

bi kurtî, li gorî min mirovek qenc e û ji piraniya mirovan objektîftir e. haya min ji kurdbûna wî tune bû. eger kurd be û xwe tirk bihesibîne jî em nikarin tiştek bêjin jê re.



24.06.2020 10:59 | simurg56

5. Ya rastî haya min ji kurdbûna wî tine bû..Lê aliyê siyasetê ve ez wî pir naecibînim.. lewra ji min re samîmî nayê..ez vî zilame pir neşopandime.. lewra vî fikrê xwe nikarim îspat bikim ji ber ku çima ji min re samîmî nayê.. rastî, ji bo ku samîmî natiye ez lê neşopandime..



25.06.2020 06:37 | xeletnivîs

6. Di her demê de ba li kû alîve biçe ew jî wek keştiyekê bi wî alîve diçe. Yanî tişteke nû nabêje. Rojnamevantiya wî gelek ne baş û xirab e! Carekî wisa sankî piçeke xwe pêşve bir û li wir sekinî an jî wî dan sekinandin.



26.06.2020 01:22 | kurdêdîjîtallo

7. yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt.



26.06.2020 15:16 | endazer

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» levent gültekin

Kategoriyên mijarê:: niviskarsiyasi niviskarsiyasi niviskarsiyasi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî