99902. -otonomî
-Bi rastî em bi wateya "xurt" bikartînin. "Filankeso ame xo ser, xurt biyo/ bêvankeso bi ser xwe hatiye, xurt bûye"...
-Gelo çima ev peyv bû bernas? Peyva kurmancî bo "otonomî, azadî" serxwebûn e. "Xweserî" bi şêweya kirdkî nûve hatiye çêkirin... helbet ji ber ku dixwazin kurdan bixewînin... da serxweyî (serxwebûnê) nexwazin....
-Dîsa jî xweda bikarhêneran bihêle.... weke peyva "hevser" ez ji vê peyvê jî hez dikim.
-Azadî.... ji avestayî... wateya "zayîn" têde ye. Anku azadî jiyan e... kes nikare dorbend bike... her çend "serxwebûn" bibe "xweserî" , bi zimanek xurttir bang dike; serhildan jiyan e, berxwedan jiyan e.... homa neke sibero "berxwedan" nekin "xweberdan" ....
-Xweseriya mirov û mirovahî bi qanûnan pêkan e... Kî ye ew qanûndanêr ku ji asimanan baran dibarîne û havilên cûrbecûr rapêşî me dike? Taxût yan elleh? (Neml 60)
-Mirov; ewê gava dixewe winda dibe, ewê bi narkozê winda dibe, ewê bi mirinê winda dibe; baqil e, heye, hêzdar e yan elleh; ewê hukimdarê (rebb) aleman ? (Mucedele 22)
|