Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 51 peyam
îbrankî - tirşik
îbrankî

Navê mijarê ya ewil ev bû:îbranîkî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. zimanê îbranîyan e
zimanê fermî yê dewleta îsraîl e
cihûyên dî jî vî zimanî dixafinin.
zimanekî kevn û kevnar e



24.06.2017 17:31 | ferhenga şikestî

2. Xwediyê alfabeyeke cûda ye



24.06.2017 20:29 | çarçoveya bextewariyê

3. Gerek e kurd ji bo zimanê kurdî li cihûyan binihêre û ji wan ders hilde.

Pêşiya avakirina Îsraîlê hema bêje îbrankî wekî zimanekî mirî bû, tenê alimên cihûyan wek nivîskî dihate bi kar anîn xêncî alimên wan, cihû kîjan welatê de cih bûbûn zimanê li wir xeber didan. Rûsî, Almanî, îngîlîzî, tirkî, kurdî, erebî hwd. Miletê wan perçe perçe bûbû... (Xetayên dewleta Îsraîlê li aliyekî ve... wekî her dewletan ew jî polîtîkayên qirêj kir û hê jî dike)

Nêzîkî 2.000 sal e cihû ji welatên xwe dûr ketibûn her derê dinyayê belav bûbûn, zimanê wan ji ortê rabû, yekitiya wan ê siyasî, sosyal hwd. Tune bû. Hema dîsa wekî milet ji ortê ranebûn çimkî ji wana dike milet ne tenê zimanê wan e, dînê wan dînekî Millî ye loma kokên wan saxlem bû.

Piştî mirina pêxember Mihemed sxl Ereb (emewî), Faris (Safewî), tirk (Osmanî) dînê Îslamê xwe re kirin wekî dînekî Mîllî, pê polîtîkayên xwe suîstîmal kirin, boyî iqtidarên xwe, li gorî daxwazên xwe, kîjan welatê feth bikin bi navê Îslamê hereket kirin, baweriya kurdan ji Îslamê re siyasî nîne, sivîl e. kurd wekî tirk, Faris, ereban împaratorî ava nekirine loma îhtîmaleke suîstîmala Îslamê bi wan re pêk nehat. Yanî niha kurd bi navê Îslamê peyî Ereb, Faris,Tirkan diçine ev ne dînekî rastî ye, piranî dînê wan Tirk-Îslam, ereb-îslam, faris-îslam e, îslam mala bavê kesî nîne dînekî cîhanî ye, ewana îslam kirine wekî dînê xwe yê millî, bi rêya mezheban sunnî, Şîe, wehabî jî polîtîkayên xwe dimeşînin.

Îslam rêya xapandinê nîne, bi navê biratiya dînî îstîsmar kirin ne dînekî rast e.

Car caran hêviya min jî dişikê û dibêm kurd û kurdî ji ortê rabe, paşî li cihûyan dinihêrim ewana cinazeyê mirî ji gorê wê rakirin dane ser piyan em seqet bin jî hê sax in, ne?



24.06.2017 23:26 ~23:44 | mîr

4. Zimanekî ji Malbata Hamî - Samî ye.
Dema ku ez ciwan bûm, min niyet kiribû hînî vê zimanî bibim. Gellek aplication û dersên online hene ji bo hînkirina zimanê (bnr: hebrew).
Lê hebkî zehmet e. min dev jê berdabû.
Shalom : merheba ye *



25.06.2017 14:52 | gulêê

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
tirşik v3.0 [1]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
belki ev jî bala te bikişînin
» îbrankî

Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî