Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    7 mijar û 10 peyam
    hatay - tirşik
    hatay
    (1) (0) ecêb (0) (5)
    di mijarê de bigere

    1. (bnr: xetay)



    2017.06.25-17:39 | cûndûllah el-kurdî

    2. (bnr: xetav)



    2017.06.25-17:43 | mîr

    3. hêvî dikim wê bajar (parêzgeh) kurd nixwaze
    (bnr: bajarên ne kurd yên ku kurdan dixwazin)



    2017.06.25-17:53 | mindal

    4. niştecihên kurd yên vî bajarî hene. him li cem afrînê be û him jî kurdên wî yên heqîqî tune be, ne mimkun e. lê belê...

    kurdên vî bajarî bi temamî asimîle bûne û heta wê pileyê ku nîvên wan pirtir mhp yî ne û yên din jî akp û hwd. navê "kürtoğlu" wekî navlêkeke kevneşopî bikartînin. gelek cih hene ku navên wan bi "kürt" destpê dike, bune kurt a tirkî wekî kurtkoy mahallesi. kesên ku ez behsê dikim, zimanê kurdî nizanin. pîrek û pîrên wan zanin lê dev jê berdane, ji bîr kirine hew... li gorî bihîstina min devoka wan jî dişibiya devokên mereş û meletî. cihên ku warên wan in, ne nêzîkî deryayê ne, li dora çiya ne. rast e yan na... çîrokekî li bîra min maye: kurdekî bi eslê xwe ji xetayê ye, bûye bajarî û ez dibêjim pîşeya wî jî parêzgerî ye. du keçikên wî hebûye. di salên 80an de, ji bavê min re gotiye (bavê min karkerê wî bûye û jê gelek hez kiriye), "li dora te xortên kurd ên xwende hebe ji min re bibêje. hey kurikên min çênebû, barî bila zava û neviyên min kurd bibe." helbet bavên min gundîyeke ye. xwendebûnî aliyekî, xwendin û nivîsandin nizane; ne ew ne jî kesên li dora wî ne... dawiya dawî keçên xwe dide xortên tirk. kengî ev çîrok tê bîra min ez bi ber xwe dikevim.

    navê hatay bi kurdiya niştecihên kurd ên vî warî ve çawa hatiye blêvkirin an binavkirin nizanim. lê helbestvaneke faris heye, navê wî bi tirkiya îroyîn "hatay" tê nivîsandin lê bi eslê xwe "xatay" e. lê min tu carî ji devekî ji bo hatayê vê bilêvkirinê nebîhîst.



    2017.06.25-23:52 [guhertin:2017.06.25 23:53]| biruya hayao miyazaki

    5. bajarekî bi rastî jî dîrokî ye.
    berî niha tenê carekê ji bo kirîna erebeyekî, ew jî ji bo saetekî çûbûm îskenderûnê. weke din min qet nedîtibû.
    îsal çûm û hinekî gerîyam. navenda bajêr hatay e lê ji navçeya wê îskenderûn jê mezintir e. li navenda hatayê çûm serdana sûka kevin û girtî, mûzeya arkeolojîyê ya hatayê û dêra st. pierre. zêde taybetîyeke sûka wê tune bû, hema bêje li hemû bajarên kevin yên tirkiyê û kurdistanê, sûkên wisa hene. lê mûzeya wê gelek mezin û balkêş bû. bi gerîna wê em hinekî westîyan lê qet poşman nebûn. berhem û bermahiyên tê de, hinek jê ewqas mezin in ku mirov pê matmayî dibe. peykerê qralê bi navê Şuppiluliuma bûye îkona vê mûzeyê.


    têketina mûzeyê bi 30 tlyan e.

    dêra st. pierre jî balkêş e. bi qewartina çîyê, hatiye avakirin. lê zêde ne mezin e. ji bo xwe-spartinê hatiye çêkirin. loma êrîş jî lê hatine kirin û hinekî deforme bûye lê dîsa jî baş e. têketina wê jî 10 tl fîlan bû ez bawer im. mirov dikare bi müzekartê têkeve herdûyan jî.

    li aliyê harbiyeyê, sûlavên harbiyeyê hene. sûlav bi rastî jî xweş in. lê mixabin ji aliyê kafe û xwaringehan ve zêde zêde hatiye dorpêçkirin.

    dema hatay tê gotin, helbet yek ji tiştên ku ewil tê bîra mirov, xwarin û vexwarinên heremê ne. di înternetê de me jî guh da pêşniyaran û di rojên xwe yên wir de em çûn çend xwaringehên cûda. ya rastî, min xwarinek wisa tahm nekir ku di hişê min de bimîne û car caran bêrî bikim.
    xwaringeha sultan sofrasi, xwarinên heremî çêdike. ji me re çend xwarinokên ji bo tahmkirinê hatin, şorbeya mêst û kebaba kaxizê xwarin. kebab normal bû, şorbe jî xweş bû lê xwarinok/meze cemidî bûn û zêde ne bitahm bûn.
    em rojek jî çûn qasaba pöç, kebaba wan ya tepsîyê, xweş bû.
    ji bo şîranîyê jî em çûn çınaraltı künefe. kunefe germ û taze bû. xweş bû jî. lê li mêrsîn, amed û bi taybetî li dîlokê jî kunefeya wisa û yê xweştir jî heye. me şîranîya haytalı jî xwar. gelekî dişibe bîcî bîcîyê. her çiqas hatayî qebûl nekin jî...
    ji bo xwarinê behsa gelek cihên din jî tê kirin. belkî hinek ji wan gelek taybet bin. lê çavdêrîya me wisa bû.

    li navçeya wê ya arsuzê, plajên ku mirov dikare bikeve behrê hene. em rojek çûn wir jî. me got îskenderûn ji hatayê mezintir e lê taybetiyeke wê ya girîng tune. welle loma em neçûnê.



    2018.08.27-21:36 [guhertin:2018.08.27 21:35]| simurg56

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    frantz fanon [2]
    nivîskarê dij-kolonyalîst ku îlham daye gelek tevgerên dij-kolonyal. ...
    steve biko [2]
    nivîskarê dij-apartheid, dij-nijadperestî. di sala 1946an de li afrîka...
    banksy [1]
    Belgefîlmek heye behsa wî/wê dike. (bnr: exit through the gift shop)...
    banksy [2]
    Hunermendê kolanê, aktîvîstê polîtîk û derhêner e. Ji Bristola Îngilîs...
    zehra doğan [2]
    Rojnamevan û edîtora jinhayê bû beriya rojname bi khkyê bê gi...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » hatay

    Kategoriyên mijarê:: cihuwar cihuwar cihuwar
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî