Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 36 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; parêzerê stajyer
peyamên çepikkirî

101142. piştî qedandina beşa hiqûqê ji bo destpêka parêzerîyê karê ku divê bê kirin e. di nav pergala perwerdehîya tirkî de kesek ji bo parêzerîyê bike divê beşa hiqûqê xwendibe û salekî jî stajyerî kiribe.

piştî mirov ji zanîngehê vediqete diçe serlêdanê li baroya, ku mirov dixwaze lê stajê bike, dike. lê divê ikatmetgaha mirov li wî bajarî be. hin ewraqan dixwazin, wan diqedînî hinek pere didî, paşî 15 roja navê te panoya baroyê ve dikin da heke gilîyeka hinekan hebe der heqê te de werin bikin. ew diqede paşî sala te destpê dike 6 meha staja hundirê dadgehê 6 meha jî divê ba parêzer dixebitî. lê rastîyê de gelek stajyer tenê diçin dadgehê îmze diavêjin û tên, bêhtir ba parêzer dixebitin. kes girîngîyê nade ya nava dadgehê. nava dadgehê jî 15 roja ba dozger, 30 roja ba asliye ceza û wilê ba her mehkemê hinekî stajê dikî. piştî ew diqede 6 mehên ba parêzer jî biqedin dikarî êdî risqeta parêzerîyê bixwazî.

gelek jê belaş dixebitin. parêzer ti pereyî nadin wan, lê hemû karên xwe bi wan didin kirin. li amedê seda yek belkî pere dide yên din yek jî nade. yên pere didin jî ji xwe re şîrket dîtine, wek vodafone, avea hwd, karê beredayî yên van şîrketa dikin. ji ber wê feyda wê stajê zêde çênabe.



07.06.2013 18:27 | brusk56