Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    9 mijar û 16 peyam
    narsîzm - tirşik
    narsîzm
    (0) (0) ecêb (0) (8)
    di mijarê de bigere

    1. ''li gor ku ilimzan dibêjin, berî zayînê li welatê Yûnanê bi navê nars mirovek hebû. Ev mirov rojekê diçe ser golê û li avê temaşe dike. Ew sîha xwe di avê de dibîne; li sîha xwe ecêbmayî dimîne û dibêje: Wey bavo ez çiqasî bi huzn û cemal im! Gelo kesekî weke min wilo sipehî heye?.. Nars aşiqî xwe dibe. Ji wê rojê pêve karê Nars ji sibê heta êvarê biçe ser golê, li sîha xwe binere, bikeribe û ji eşqa xwe balêse. Ev eşqa Nars serçelqî dike, nexweş dike û dixe nav livînan; lê belê ew dimre, ya jî namre ez nizanim. Bavê zanîna psîkolojiyê freud jî navê vê nexweşîyê narsîzm datîne.

    Narsîzm nexweşîyeke xwezayî ku bi her mirovî re heye. Ev nexweşî hîn ji malzarokê de xwe raperî ser goşt û xwînê dike; bi nav de dipejile dikeve mejî û bi mejî re tê dinyayê. Narsîzma destpêkê weke zarokê ku hîn xav û dûrîexlaq e; devliken e, digrî û tinaziyan dike. Şêrîn e, bêzerar e. Li gor Freud, di vê pêvajokê de mirov dikarîbû narsîzma zarokî berdestî xwe bikira û wilo bêzerar bigîhanda qonaxên xortaniyê. Narsîzma ku di van qonaxan de wê kesaxa xwe î talî bikira û bibişkuviya; bi giştî heta mirinê wê dîsa wilo bêzerar berdewam bikira. Belê erich fromm wê hinekî pêşdetir biçe; Freud ber bi hêl û berhêlan de bibe, bûyerê gel civakê bijenîne û derdorên vî zarokî jî têkilî nav vê lênerînê bike.

    Narsîzm nexweşîyeke piralî ye. Belê hemû jî di hindurê qalibekî de li hev dizîvire, xwe bi kelemên jiyanê ve diçirîne û dijî. Jiyan geh wî har û dîn, geh silûk û geh jî dike qirdik. Ji bona ku mirov ji vê kompleksê fêm bike, çarçik bigire ber xwe û lê temaşe bike, îcar pêwîst nake ku mirov psîkolog be. Ji bilî zirnarsîstan, bi giştî herkes hinekî bi narsîzma xwe agedar e. Qîz birûyên xwe radike, şodra û bodra di lêv û rûyê xwe dide; xwe di fîstên de diziqziqîne û mîna qitikê tenatena xwe li ba dike. Çima ev qîz wilo balkêşiya û keftûleptê dike? Di vir de dilbijokiyek heye. Zilam ji vir û wir mûyan ji xwe diçelpisîne, simbêlan bi ser lêvê de dike boq û di hinê de diguvêşe, pêşenîkê bi ser anîyê de ber bi jêr û jor ve xelekî dike û bi serê lêvan diliklikîne. Ev zilam çima wilo kenê mirov bi xwe tîne? Dilbijokiyek di vir de heye. Mêr ji jinikê re pesnê mêranîya xwe dide, jinik jî ji mêrik re pesnê kebanitiya xwe dide. Ne mêr mêr e, ne jinik xweşkebanî ye û herdu jî bi vê yekê dizanin. Çima ev

    mirov hevdu dixapînin? Di vir de jî dilbijokiyek heye û gelek tiştên veşartî tê de hene. Bi kurtî, hin weke Nars heyranên bejn û bala xwe ne. Ji ber mirêkê ranabin; di mirêkê re xwe berdidin deryaya eşqê, benîşt dicûn û bi civatê re dikevin şehwetê. Hin heyranên deng û xebxeba qirika xwe ne ku seraqet bitewirînin û herkes li wan guhdar bike. Hin heyran in mêraniya xwe ne ku hertim mezin baxivin û mirov jî ji wan re li çepikan xîne. Hin heyranên ku bibin berdoşekçîyên xurtan; kurtêlan bixwin û ji wan re mitirbîyê bikin. û hwd. Ev hemû kompleksên narsîzmê ne. Yanî nexweşî ne.

    Mirov narsîstan çawa nas dike? Narsîst pir pozbiJind û bi paye ne. Ji xwe razî, qurre û pivikî ne. Xerabe du celeb narsîst hene: Celebek xwe gamêş, derûdorên xwe mêş, xwe aqilmendên herî mezin û herkesî jî bêhiş û zarok, xwe ji Ûsif Pêximber sipehîtir, belê însên jî bi carekê ve gurî û gendelî dibînin. Dinyaya wan mij û xumamî dibe. Bêper di nav ewran de difirin, ji vir li dinyayê temaşe dikin û mirovan dinitirînin. Mirovan weke heywên û carnan jî heywên weke mirovan dibînin. Li camcamkan dixînin, dikwîtînin, lewitî xeber didin û gazî mirovan dikin. Mirovan weke pez dibînin. Celebek jî heye ku xwe weke kêzikan dibînin; li xwe dinerin û dibin heyranên xurtan. Gava ji xurtan re li çepikan dixin, wilo bawerîyê pê tînin û lê dixînin. Pesnê wan bidin û bibin berdoşekçiyên wan. Bawer dikin ku wê bi wî awayî derkevin pêş, di civatê de bên qanê û cihê xwe bigrin. Psîkolog van mirovan hîn ji zarokîyê de digirin ber xwe; pêvajokên ku di xwesî û nexweşiyê de derbas kirinin berûpalî hev dikin, vediçirînin, sedeman dibînin û mejî li hêwin dixînin. Li gor hin psîkologan, wê pir çewt ba gava mirov ji hindurê malê terbîyek rûniştî nesitendiba, bihata perçiqandin, bêderûdor û di nav tunebûyînê de mezin bûba û neba narsîst. Terbîya malê, derûdor, dibistan û abûrî însên difesilîne û qarakter didê. Narsîzm li ser esasê van hêmanan geş dibe û diçilmise. Narsîst dînên weke biaqila ne.

    Bêjeya zirnarsîst di psîkolojiyê de weke psîkoz narsîst derbas dibe. Ji ber ku ev bêje li kurdî bi vî awayî xweştir rûdinişt, min jê re zirnarsîst got. Bila zimanzanayên me bibexişînin.

    Serkêşê psîkologan Freud bi zirnarsîstan re dernakeve serî. Dîsa li gor wî, narsîstê ku hîn neketibû dewra alozê û şîzofrenîk nebûbû, digel palûtek mezin mirov dikarîbû ew ber bi civakê de bikişanda û hinekî hedayet bikira. Lê belê mirov dê nikarîba bandor ii ser mirovê zirnarsîst bikira. Ji ber ku her tişt di derbareyê narsîzma wî de li hev diqulipî û weke bûjen dinitirand. Ew textoriya te qebûl nake; ji ber ku xwe textorê herî mezin dibîne. Gava tu şîretan lê dikî, ew bi şîretên te dikene; te weke dijmin û xwe jî şîretkirê herî mezin dibîne. Dema tu behsa heyvê jê re dikî, ew xwe raperî ser stêrikan dike. Wexta ku tu bi metodên îlmî diherî ser û jê re tiştan rave dikî, îcar durvên wan tiştan bi te dixîne û bûyerê vediçirîne. Yanî ger te qala dîk jê re kiribe, wî ji zû de xwe dîk, tu jî mîna mirîşkê dîtiye û ber bi te de hatiye. Di navbera keftûlept û ramanê wî de pîvan namîne, mejî dibe sergo û tiştan bi teşwikî dixurbilîne. Narsîst dema ku di civakê de cih digrin û dibin xwedî hêz, îcar narsîzma wan digihê bandevê, dibin zirnarsîst. Ew mirovê ku xwe gamêş didît, di vê demê de tam dibe tirsonek. Mîna ku civakê bi carekê ve xwe lê kiriye yek helsegane dike, bi şik li herkesî dinere û di bin de dijminayî dibîne. Nefretê ji rexnan dike. Rexneyê, di qedexê de weke dilopên jahra li ber devê xwe dibîne ku vexwe wê pê bimre. Gotinên xwe dike qanûn. Jîr û zanayên civakê û hevalên nêzî xwe dijminên xwe yên

    herî mezin dibîne û wan dide kuştin. Ji tirsan nikare razê, kabûsan dibîne; digirî, dike hewar hewar û bi gezan dev lixwe dike. Piştî demekê, ew kes êdî ji heywên û zarokan jî ditirse. Zarokan di dinyaya xwe de dijminên raketî dibîne. Zarok sibe dikarin wî bikujin, loma jî zarokan dikuje. Heywan dikare pênekê lêxîne û bi vê pênê bimre. Lewra heywanan dikuje. Hîtler zirnarsîst bû. Seddam jî wilo. Seddam di zarokîya xwe de ji qantirê pênek xwaribû. îcar roja ku Seddam dibe mîr û amîr, bi deh hezaran qantir, ker û hespên Berzaniyan dikuje. Li Sovyetê di salên 1938'an de, li derdora 1 5 milyon ker, hesp, qantir, ga û conega hatine kuştin. Hîtler jî bi milyonan heywan kuştin!.. Narsîzm dijminê her tiştî ye, nexeweşîyeke bêderman e û îro vê nexweşiyê ji hemû nexweşîyan bêtir xwe daye pêş!..''



    2013.09.07-04:18 | endazer

    2. Nexweşiyeke ku mirov xwe ji her kesî bilindtir dibîne lê di nava xwe de hîç baweriya wan bi wan tune. Ji xwe li gorî psîkanalîzê ji ber ku baweriya wan tune bi narsîzmê vedişêrin kemasiyên xwe



    2015.04.10-16:39 [guhertin:2015.04.10 16:40]| gêjê

    3. (bnr: prenarsîzm)



    2015.04.10-16:45 | gêjê

    4. ji kesên ku evîndarên xwe ne re tê gotin. bêhtir jin bi vê nexweşiya ji pencêşêrê xiraftir dikevin.



    nîşaneyên vê nexweşiyê pir in lê ya herî eşkere ev e ku nexweş, dilnade xwe bi asta tu kesî de bibîne, peyva pozbilindiyê jê re gelek kêm dimîne.. divê her kes bênavber pesnê wê/î bide.



    2015.04.10-17:16 | mele ehmedê nalbendî

    5. ew nexweşiya ku Serok apo jî pê ye



    2016.03.19-14:48 | medê

    6. rîwayet e, li gorî mîtolojiya yewnana kevn, yekî bi navê Narkîsos (narcissus) heye, ji nav keçperûyên avê keçperûya herî bedew û levhatî eko, dil dikeviyê, lê narkîsosê me narsîstiyê dike dilê xwe lê venake û jê re dibêje naaaa! li ser vê yek û nayê, eko ji qehra roj bi roj ji hal û ji qam û ji deng dikeve li dû xwe dengê xwe dihêle û dimre dîsa li gor mîtolojyê dibe dengvedan, li ser vê yekê xwudayên wê demê li hev dicivin û biryara sizakirina narkîsos didin. rojekî narkîsos li ser avê pêrgî suretê xwe tê û dil dikevê xwe û hingî cara ku hewl dide xwe bigihînê suretê xwe dest û dilê wî şil dibe, ew jî ji qehra evîna xwe roj bi roj diçilmise û dimire, dîsa li gorî rîwayetan li cihê ku ew dimire nêrgiz şîn dibin.

    erê nêrgiz, ew kulîlka çiyayî, li ser rûyê erdê kulîlk û bêhna herî delalî û şirîntir li ber dilê min.



    2016.08.16-22:11 [guhertin:2016.08.16 22:12]| endazer

    7. Narsîstê rojê Donald Trump e. Bes e êdî neyê xewnên min :( Siyaseta herimî ya rojhelata navîn bessî min e.



    2016.08.16-23:29 | elielilamalama

    8. nexweşiyeke bê derman e. ger hûn rastê yekê/î wisa hatin demildest pêsîra xwe jê xelas bikin û xatirekê bêveger jê bixwazin yan na hûnê gellekî pê biêşên.



    2016.08.16-23:48 | sergijik

    9. nexweşiya/baweriya kesên xwe ji herkesî zêde mezin, çêtir, serdest, ecibandî dibînin, jixwe hezdikin, ji xwe pêştir kesî li serdest naxwazin, dixwazin herkes hewcehî wan bin, peznê wan bidin, wan mezin bikin û hevalên wan jî cehlima li wan kiriye.. herwiha tiştek bîna dîktatoriyêye..



    2016.08.16-23:58 | shorbevan

    10. dibêjin gulêê narsîst e. Min jî meraq kir ka ew çi ye geloo, ev tişta ku dibêjin narsîzm.
    Min tişteke wisa dît:











    2017.04.09-12:24 | gulêê

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    stranên bi formula tu ewk î ez ewk im hatine çêkirin [1]
    ...
    îtîrafên tirşikvanan [1]
    Li xwe mukir bêm ez di jiyana xwe de bi gelemperî bi Tirkî qise dikim ...
    stranên bi formula tu ewk î ez ewk im hatine çêkirin [1]
    formulekî hêsan bi kar tînin lê dîsa jî bi giştî serkeftî ne. weke mî...
    di nav kurdan de kevneşopiya nexweşkirina navan [2]
    raşta ci, nêweşkerdişê nameyan nê. la belê kilmkerdişê nameyan o. m...
    ferhat pîrbal [3]
    Dibêj in demekî ji bo şermezarkirina Tirkiyeyê ew û çend çalakvan hat...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » narsîzm

    Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanisti psikoloji
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî