Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    11 mijar û 13 peyam
    torî - tirşik
    torî
    (7) (0) ecêb (0) (7)
    di mijarê de bigere

    1. Torî, li herêma Torê, li bajarê Midyadê, ji dayikeke diyarbekirî û bavekî midyadî di sala 1931ê de hatiye dinyayê. Li dibistana 'Dicle Köy Enstitüsü' (Erganî) mamosteyî xwend.

    Di sala 1985an de kitêba wî ya kurteçîrokan bi navê »Qolinc« li Stockholmê hate weşandin.

    Paşê bi navê »Şîlan« kitêbeke din ya kurteçîrokan û bi navê »Mendik« romanek nivîsand û da weşandin.

    Torî demekê navbir da nivîsandina kurteçîrokan û bi nivîsandina kitêbên dîrokî re mijûl bû. Wî di vî warî de 18 kitêb nivîsandin.

    Toriyê ku hê jî di nav çalakiya nivîsandina kitêbên dîrokî de ye, niha li Stembolê dijî.



    2013.09.07-18:48 | endazer

    2. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2015.04.01-13:53 | elegez

    3. kesên ku devên xwe gilover dikin re tê gotin.



    halo

    wilo

    şûna erê jî dibêjin A *



    dema em dibîhizin em dizanin ew kesê van dibeje torî ye.



    2015.04.01-14:32 | bijêrvan

    4. Hindî têm neşêm boza wan vekim, anku teqlîda wan bikim. Çi devokek şîrîn e Xwudayo! Kurdnasek Elman heye bi navê Petra Wurzel. Ev canejina henê gellek xweş bi bi kurdî daxive û heke hûn baş guh bidênê meriv torîkiya wê baş seh dike.










    2016.08.22-19:27 | elielilamalama

    5. yek torîkî yek jî aksana emrikiyan, vowelên wan. rebbî tu bihêle :P



    2016.08.22-19:28 | elielilamalama

    6. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2017.06.21-00:09 | elegez

    7. Torî li cem me tiştekî din dibejin.
    Yek hevokek heye ev jî: Torîtî meke! * Cem me Torî = Çeqel e Hûn dikarin ferhengê jî binerin *



    2017.11.05-18:13 | xelefêserhedî

    8. Lê pîr hez dikin, dilê Kurdistanê ye *



    2017.11.05-18:14 | xelefêserhedî

    9. Kurdê asîl



    2019.01.13-23:46 | helik orimiyo


    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    galatasaray [1]
    timeka futbolê ya tirkîyêye lê tim bi hîle dibin şampîyon û navê wê û ...
    vladivostok [1]
    bajareka rûsyayê ye. cihê xwe pir staretejîk e. di navbêra (vbnr: K...
    frantz fanon [1]
    nivîskarê dij-kolonyalîst ku îlham daye gelek tevgerên dij-kolonyal. ...
    steve biko [1]
    nivîskarê dij-apartheid, dij-nijadperestî. di sala 1946an de li afrîka...
    survival of the fittest [1]
    (bnr: bijartina xwezayî) di vê gotinê de wateya fittestê ge...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » torîn

    Kategoriyên mijarê:: ziman
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî