Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    16 mijar û 18 peyam
    peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; zozanîka
    peyamên çepikkirî

    1. Dema dê û bav bi zarokan re dilîzin û şa dibin û carinan jî kêfa wan ji zarokên wan re tê wek tiştek sosret dixwazin wan bişînin zozanan. Piştî vê daxwazê, xwe li ser hêsanê piştê dirêj dikin û herdu piyên xwe datînin ser singa zarokên xwe û wan bi asîmanan ve bilind dikin. Ev lîstik bi hişmendî wisa bûye ji ber ku zozan li cihên bilind in. Piştî dê û bav zarokên xwe bilind dikin ango wan dişînin zozanan ji wan hin daxwaz dikin. Ev daxwaz jî ji fêkiyên li zozanan peyda dibine. Meselen dibêjin: zoooozaaanîkaa ji min re behîvan bîne,ji min re gûzan bîne, ji min re filan filan tiştê bîne. Zehf xweş e. Lêbelê ji ber ku zarok ne di wê hişmendiyê de ne û cara pêşîn rastî tecrûbeya asimanî tên hinekî şaş dimînin û dikevin tirsa xwe de.



    2018.01.12-21:40 [guhertin:2018.01.12 21:43]| tevnepirk

    2. lîstika ku haya min ji vê navê wê tune bû. heta berî saetekê fîlan jî min bi keça xwe re wisa lîst. tedadûf. ez ne xelet bim, dema em zarok bûn me jê re digot: pirkê. lê navê zozanîka xweşiktir e.



    2018.01.12-23:45 | simurg56