1. hêj jê re 7 sal mane lê ev çend hefte bûn tirkiye bi van olîmpiyatan re radiza û radibû.. ji bo bajarê ku wê olîmipiyat lê were çêkirin bê destnîşankirin û hilbijartin duhî li arjantînê di nav sê bajarên wekê madrîd, stembol û tokyoyê de pêşbazî hebû lê dawiya dawÎn rey û dengên zêdetir bajarê tokyoyê yê ku paytextê japonyayê anku bi qewlê ereb û kurdên di bin tesîra erebên doxînsist de mane yabanê ye sitand û mafê malxwêyî û mazûvaniya olîmpiyatên 2020an bidest xist.. wek min di serî de jî got ev hefteyeke xelkê dev ji mûdaxaleya sûriyê berdabû û hemû mêl û bala xwe dabûn ser van hilbijartinan.. raya giştî ya tirkan di nav xwe de bibûn du pişk û leq.. aliyê muxalîf yên ku cara pêşîn di protestoyên ji bo seyrangeha geziyê de xwe dabû pêşû dilê nazik yê teyyîb êşandibû nedixwest olîmpiyat li stembolê bên çêkirin ji ber eger stembol hatibûya hilbijartin wê ev yek wek serkeftinekî di xaneya teyyîbê sergolik de bihata nivîsandin û hemû zilm û neheqiyên hikûmeta akpê wê di raya giştî ya navneteweyî de meşrû bibûya.. û teyyîb û şûrekaya xwe jî qûna xwe çirrandin ji bo stembol bê hilbijartin ji bo olÎmpiyatan ji ber eger stembol hatibûya hilbijartin wê îmaj û prestîja xwe ya ku ji ber protestoyên seyrangeha geziyê ya di nav raya giştî ya navneteweyî de têkçûyî biedilanda û ji nû ve makyaj bikira û ji ber polîtikayên şaş yên bi ser dewletên cîran û derve ve piştgiriya herku diçe kêm dibe ya di nav raya giştî ya tirk de wê ji nû ve zêde bibûya.. lê çênebû.. nebû nesîb.. bû behra yabanên yabanî..* |
|
08.09.2013 13:57 |
endazer
|
2. kitika kor jî dizaniya ku wê nebe para tirkiyê û stenbolê. |
|
09.09.2013 09:22 |
simurg56
|
3. Olîmpiyatên ku ji ber vîrûsa koronayê îsal encex dest pê kir. |
|
07.08.2021 13:39 ~13:44 |
merwano
|
4. pêşbirkên ku heta kurdistan beşdarî nebe ewqa jî ne xema min e. |
|
07.08.2021 13:43 |
hueyn
|
abdullah kıran [1] |
|
cemaeta îsmaîlaxa [1] |
|
cemaeta îsmaîlaxa [1] |
|
rapa kurdî [3] |
|
cinorek [1] |