1. tişta ku van rojan hîs dikim. hevalê min bi gotina ''ez te difikirim, tu xema min î, ez tenduristiya te dikirim'' filan behvan destûr nade ku ez biryarên xwe bidim. tişta ji vê xerabtir jî, li gorî wî fikrên wî mantiqî ne, rast in û tişteke din ne xema wî ye. Dibe tu yê biya min bikî!! Ev rewş min gelekî acis dike û qet nabêje ''ok, min fikra xwe got, êdî biryar dayîn ya te ye.'' Dibe ku naxwaze gotina wî li hewa bimîne, dibe ku ev jî cûreyek narsîstiyê be.. kî zane... Ez zanim heke ez van tiştan jê re bejim jî wê dîsa bêje, tu min poşman dikî kû ez te bifikirim... |
|
26.11.2018 18:34 |
gulêê
|
2. edeta bavê min e. gelemperî wisa ye lê mînakek bidim: |
|
27.11.2018 21:11 |
simurg56
|
3. Mixabin ev yeka wekî 'esaseke têkiliyan hatiye qebulkirin û dema meriv dibê; "yaw ma min kinyê tapoya fikrên xwe teslîmî te kir" yekser dêrî nîşan didin :D sedemeke baş e ku meriv mirovê digel xwe nas bike û anegorî vê biryara xwe bide. Ha "ez te difikirim, tendûristiya te, jiyana te filan û bêvan" gelek caran derew e. Heke rast be jî hîîîç giringiya wê nîn e, ji ber ku dê bavê me jî xweşiya me dixwazin lê divê em piştî demekî li gorî biryarên xwe bijîn, heman tişt bona kurê/qiza xelqê jî wiha ye. |
|
28.11.2018 00:20 ~00:22 |
jifêzagorda
|
5. di têkiliyan de mekanîzmaya qontrolê; mudaxaleya jiyana kesa li hemberî xwe. mekanîzmayeke gelek xirab e; ji ber ku wexta yê li hemberî te dibêje ez ji bo te wusa dibêjim bi te wusa dide hîskirin ku tu her tim bo xwe tiştên şaş dikî. mêkanîzmayek manîpulatîf e; hêrsa te li te vedigerîne, dêrûniya te xira dike, hezkirina te ya bo xwe diqedîne, bi xwe re şer dikî. divê mirov ji kesên ku wusa dikin dûr bisekine. |
|
13.05.2019 22:30 ~22:32 |
roza
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
tirşik agahdarî [1] |
|
horhorik [2] |