1. hunermendekî ciwan û dengxweş e. Muzîka blues çêdike, li ser kanala wî ya youtube guhdarîkirina stranên wî pêkan e. |
|
2019.07.12-12:27 [guhertin:2019.07.12 12:28]|
gulêê
![]() |
2. Camêreke ku berê min daye gitara akustîk! Min ji wî dît ku bi akustîkê blues lêdixe. Armanca min jî bi elektro gîtarê hebû lê paşî min go buha ye filan û bêvan min got ez heta hîn bibim û derfet çêbibin gîtara klasîk çîk bikim. Paşî min dît ku gîtara akustîkê ji bo bluesê çîk e. mi jî go ez ê akustîk çîk bikim. |
|
2019.07.12-12:43 |
xwelî li ser
![]() |
3. yek ji stranbêjê muzîka nûjen a kurdî ye. |
|
2019.11.07-22:27 |
berxweda
![]() |
4. Stranbêjekî nûjen e. Dengê wî pir xweş e. Stranên blues çêdike. Di wan rojan de stranên gelêrî yên Botanê bi şêweyekî cûda distrîne. |
|
2019.11.11-21:06 |
hesinkar
![]() |
5. stranbêjek resen e. ji şirnexê ye. diya wî jî tê de, di nav dengbêjan de mezin bûye. loma bingeha dengbêjîyê lê heye. lê niha ew berhemên dengbêjîyê bi formên nûjen -weke mînak blues- şîrove dike. li ber dilê min, serkeftî ye jî. min ew bi strana wî ya xelînê nas kir ku bi vê stranê di albûma olana bajêr de cî girtibû. ez dibêjim qey bi strana xwe ya reggae'n botan navdar bûye. vîdyoyê veke li vir qenala wî ya youtubeê heye: Here lînkê |
|
2019.11.11-22:36 [guhertin:2019.11.11 22:33]|
simurg56
![]() |
6. blues û botanê tîne ba hev û dixwaze tiştine nû û xweş derxîne. |
|
2019.11.28-00:32 |
kurê xelkê
![]() |
7. Bi xêra gulsumakê re min nas kir. Bi rastî xweşa min çû. Ji nava dilê botanê ye û hûnera xwe jî girêdaye vê cihê. Ji bo wê navê vê şêwe ya xwe danî ye "botan blues". Naveroka vê şêweyêjî mîna navê wê ye, herdû form tevîhevkirin e û bêguman hunermend ji xwe jî pir tişt kirîye nav. Here lînkê |
|
2019.11.28-13:54 [guhertin:2019.11.28 13:55]|
rizgarm
![]() |
8. Bluesvanek Şirnexî ye. Hê gelek ciwan e. Muzîka Kurdî bi formên nûjen derdixe li hemberî me. Bi rastî stîla wî resen û xwemal e. Min ew bi strana wî ya bi navê ''Belkî Ezê Bifirim '' naskir. Ewqasa min guhdarî kirî li ser Bluesê re gihaye ango dizane çi dike. mirov dikare bibêje piçek sentez jî dike. Di albuma ''Olana Bajêr'' de bi strana xwe ya bi navê ''Xelîn vîdyoyê veke '' cih girt. Endamê malbatek jiyînerek yê çanda Dengbêjîya Botanê ye. Ewqasa ji tora civakî dişopînim gelek girêdayê malbata xwe ye û ji wan gelek hez dike. Xuyaye ku xortek tije ye. Min hevpeyvîna wî ya di RiaTazayê de xwend. Bersivek ya wî ya gelek balkêş hebû. Peyamnêr jê pirsîbû ''Huner ji bo civakê ye an ji bo hunerê ye'' wî jî wisa gotîbû ''Huner ne ji bo tu tiştîye. Huner vereşîna hunermendîye. Ger huner ji bo tiştekê bê kirin ew dibe bazirganî''. Ger hûn ji ji min bipirsin bi teqez hevpeyvîna wî bixwînin (bnr: https://krd.riataza.com/2019/11/16/ferit-sevim-u-muzika-wi/). Ji bo pêşketina muzîka Kurdî hêvî dide. Rêya wî vekirî be. |
|
2019.12.01-07:05 [guhertin:2019.12.01 07:10]|
lîfikê firaxê
![]() |
9. Gava din li ser YouTubeê bi tesadûfî leqayî strana wî ya bi navê ho reşo hatim. Kêfa min pirr jê re hat. Min beriya niha jî çend stranên wî guhdar kiribûn, mûzîka ku çêdike pirr xweş û serkeftî ye. Belkî ji ber ku qeydên xwe li malê çêdike biçekî min şiband mûzîka tevlihev project lê bi her awayî ji wan serkeftîtir e. Yek ji tiştên din ku kêfa min jê re hat stranên kevnik ên gelêrî yên devera Botan bi formeke nû û nûjen dixe bîran û li ser zimanan digerîne. |
|
2019.12.01-20:58 |
endazer
![]() |
![]() |
sivikayîye nivîsandina kurdî [3] |
![]() |
kurdish professionals [1] |
![]() |
dîyarbekir [1] |
![]() |
dîyarbekir [1] |
![]() |
rojnivîska tirşikvanan [2] |