1. Pirsa ku ez jê re bersiveke baş nikarim bibînim.eger du heb lawik destê hevdû bigirin û bigerin bawer bikin gelek kes ew ê bibêjin hûn gay in û êrîşê wan bikin.lê kes ji keçikan re tiştek nabêje.ev çi nakokî ye. |
|
28.11.2019 22:51 ~23:01 |
bayesar
|
2. (bnr: cotstandartî) |
|
28.11.2019 22:53 |
xelîl
|
3. ji ber ku xwezaya kur Û keçan ne wek hev e. |
|
29.11.2019 00:11 |
brusk56
|
4. ecêb e berê ne tişteka eyb bû, vê paşîyê bû eyb. niha jî li Cizîrê zilamên mezin destê hev digirin û di nav sûkê de digerin; lê helbet wateyeka vê jî heye. zilamên mezin dema demek dirêj hevdu nedîtibin, zêde bêrîya hev kiribin dema hevdu dibînin û pevre dimeşin destê hev digirin; nîşana hezkirin û bêrîkirineka mirovatîyê ye. |
|
29.11.2019 17:41 |
xendekî
|
5. mêr jî dikarin destê hevûdû bigirin. mesela li hêne (naçeya amed) min ditîye ku mêr destên hevûdû girtine. |
|
30.11.2019 00:06 |
ferhenga şikestî
|
6. Di heman demê çi keç bê çi jin bê dikarin ji hev dû re bêjin. "canim" lê min nedîtiye ku zilaman ji hev dû re gotî canim. |
|
30.11.2019 00:15 |
nan û av
|
tirşik forûm [1] |
|
wunken [1] |
|
bugs bunny [1] |
|
xwarzî [1] |
|
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5] |