1. min mehek filan bikaranî him bikêr nehat him jî bikaranîna wê pirr zehmet bû. her şeveq bixe çavê xwe her şev derxe. piştî ku mirov derdixe xirabtir dibe tu nikare bibînê. dema biçek av diket çave min dişewitî û divîyabû ez derxim. |
|
30.11.2019 20:12 |
xwelî li ser
|
2. Min çar sal bê Problem bi kar anî lê rojêkî min dît çavê min ziwa bûne paşê min derêxistin. Roja dî dîsa ziwa bûn dîsa min derxist ev pêvajo heftiyek temam dom kir. Paşê çavêd min bêî lens jî ziwa dibûn paşê ez çûm doktor dermanek dilopîn ji min re pêşniyaz kir û got piştî wê tu êdî dikarî dîsa lens bi kar bînî lê piştî dermanî jî ziwabûna çavê min derbas nebû. |
|
30.11.2019 20:49 |
ferhenga şikestî
|
3. Kontakt lens, tiştekî j'ber dîtinê ye. Di şeklê kornea de ye û mirov dideynê ser korneayê. Zehf cûre hene. (bnr: lensên rojane), (bnr: lensên heftane), (bnr: lensên mehane) (bnr: lensên nerm), (bnr: lensên hişk). Gelen avantajên lensan hene. Mirov ji derd û belayên berçavkan xelas dibe. Lê bikaranîn hinekî bi zehmet e. Ev çend sal in ez bikar tênim. Lensên min mehane ne. Yanî mirov dikare heta mehakê jî ji çavên xwe dernexê. Lê helbet kornea zehf tenik dibe û xira dibe. Bikaranîna rojane baştir e. Heftiyê 2 an jî 3 rojan lensan ji çavên xwe derdixim. Wekî dî şevan jî diçavên min de ne. Dema çavên min zuwa dibin çend rojan berçavk bikar tînim. (bnr: lens çawan tên bikaranîn) vîdyoyê veke vîdyoyê veke vîdyoyê veke |
|
30.11.2019 22:08 |
gumgumok
|
4. (bnr: skleral contact lens) |
|
21.09.2021 15:43 |
xwelî li ser
|
5. Ji ber ku bikaranîna berçavkan bi maskê re, dike ku qizêza berçavkê bibe hilm û dinya dike jehr ji bo min êdî ez jî divêm lensên kontakt bikar bînim lê a bi xêr. |
|
21.09.2021 19:13 |
pîroz
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
tirşik agahdarî [1] |
|
horhorik [2] |