Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    8 mijar û 14 peyam
    xezam - tirşik
    xezam
    (0) (0) ecêb (0) (2)
    di mijarê de bigere

    1. belg û pelçimên payîzîn.. belê ji bo pelçimên ji tirsa mirin û weşînê zerirîn û zerhimîn tê gotin.. ji bilî li herêma botan -ez ê niha bêjim cizîr camêrinên ji sêrtê wê bêjin ne em jî vê peyvê bikar tînin ji ber hindê ez ê herêm botan bikar bînim- min li tu der û deverî ev peyv nebihîstiye.. û demekî li ser facebookê di koma zimanê kurdî de jî min da ber pirsê lê kesî xwe li pirsa min nekir xweyî û berê xwe bi vê peyva her wextî li ber sikratê ye ve nekir..



    di helbesta seyîd eliyê findikî de xezam:



    ''Me cerbandin gelek ji dostan

    Ne şagirtî belê ji hostan

    Bi reng bûn wek gûlê bostan

    xezam weşhan bi hawarî''



    di helbesta melayê bateyî de xezam:



    ''Binêr daxa me êxsîra

    xezam zer bûn rezê mîra

    Reyhan barî di avê da

    Reyhan barî di eywanê''



    2013.09.17-06:39 | endazer

    2. seyda "xezem" e an "xezam" e? beriya du mehan ez ji xaleta xwe elimîm vê peyvê, lê heçko wê got "xezem". belkî jî gotibe "xezom" (di devoka botanê de a=o) lê tam nayê li bîra min.



    2013.12.07-03:02 | zero

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    blues [1]
    Van salên dawî de li muzîka kurdî sor bûye ev cûreya muzîkê. Ez dibêm ...
    çûna kar bi duçerxeyê [1]
    tiştekî gelekî xweş e. sala berê, piraniya rojên havînê ez bi duçerxey...
    asteroîda ku dê li rûyê cîhanê bikeve [1]
    Agahiyeke çewt e. teyit.org destnîşan kiriye tiştekî wusa tune...
    jimi hendrix [1]
    Yek ji xwedavendanê gîtarê ye. mêrik êdî nizane çipkê ji gitarê. bi di...
    asteroîda ku dê li rûyê cîhanê bikeve [2]
    Min ji apê xwe cemşîd re behsa wê mesela kir. Apê min cemşîd palikan...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » xezam

    Kategoriyên mijarê:: yendin
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî