1. Peyva ku ji bo sebzeyên weke bacana reş, firingî, bîber yên nû şîn bûyin tê gotin. Tovên van sebzeyan mirov di kaseyên tejî ax de diçênê. Dema tov şîn dibin û dibin şitil (bi Tirkî fîde) mirov wan şitilan meştelan di mişaran de diçênê. Ji bo her meştelekî mirov qulekî di axê de divekê. |
|
30.12.2019 21:19 |
nan û av
|
2. konê ji bo parastina şitila hatiye vedan e. ev kon meha sibatê tê vedan û meha gulanê tê rakirin. bizirê sebza ji bo zu şîn bibin dixin kîsikê zibil û di binê meştelê de rêz dikin. ji bo serma li şitila nexin dixin binê konê. her çar aliyê konê dixin bin axê û hewa derbasî hundir nabe. ji çend roja carekê devê meştelê vedikin bo henesandinê û dîsa digirin. heya şitil bi qasî bihostekî mezin bibin di binê wê konê de dimîne. piştî şitil mezin bûn îja ji kîsika derdixin û li erdê diçînin. paşê meştelê xera dikin û kon vedişêrin bo sala bê. |
|
28.05.2020 17:47 |
tîrêj zana 21
|
tirşik agahdarî [1] |
|
tirşik v3.0 [1] |
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |