1. navê rêze-mexazayekê ye. dikanin wê gelekî mezin in û tê de hema bêje her tişt hene. taybetiya wê ew e ku eslê xwe de ji bo firoşgeh û dikandaran hatiye avakirin. her dema hûn têkevinê, divê hûn li ser kaxizelê navê xwe û paşnavê xwe, telefona xwe û nimroya nasnameya xwe ji wan re binivîsî. ger ne wisa be tiştek nefroşin we. lê ji bo dikandaran kartek didin û ew bi hêsanî bi vê karta xwe danûstandinê dikin. xwediyê markaya xwe aro ye. |
|
19.01.2014 17:56 |
simurg56
|
2. navgîneka çûnûhatinê ya navbajêr e.. di nav nexşerê û planên şaredariya amedê de jî çêkirina xeta metroyê hebûye lê tenê wek plan li ser kaxezê ma.. erê metro ji bo trafÎka diyarbekir pêdiviyeke elzem û zerûrî ye lê hem bûdçeya şaredariyê têra nake yanî an ji hikÛmetê an jî ji sazî û rêxistinên ewropayê divê fonekî peyda bikin, hem rê û rêbarên bajêr ji bo çêkirina xeta metroyê ne bikêrhatî ne û hem jî zemîna bajêr ne mûsaît e.. zemîna ku bajarê diyarbekir lê rûniştiye hema bêje bi temamî teht û lat e.. û xeta metroyê bi pirranî di binê erdê re dibihure û kolana zemîneke ku tev teht û lat e jî têra xwe bimesref e.. |
|
19.01.2014 18:16 |
endazer
|
3. li stenbolê êdî birra her der buye metro: |
|
19.03.2015 00:17 |
seydayê_peyvan
|
4. piştî duçerxeyan amûra çûnûhatinê ya komelî ya herî kêrhatî, pêwist, erzan û paqij e. bi taybetî di bajarên mezin ên wek stenbol de pêdivîya metroyê gelek e. |
|
11.12.2019 12:06 |
xelîl
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |