1. Stranbêjekî ji binxetê, ji Qamişlo ye. Xwediyê albûmeke bi navê "şop û evîn"e. Di kanaleke kurdî ya li ser youtubê weşanê dike de çend qeydên wî yên zindî hene. Di wan yekî de xwe li strana "ez Xelefim"ê ceribandiye û pir xweş straye. wî û sazbendên li dora wî xemleke cudatir li stranê kirine. Piştî guhdarîna wê bi meraq û Kelecanî min guhê da albûma wî û çend stranên din ên gotî lê mixabin kêfa min ne ji albûmê ne ji stranên din re hat. Terz û maqameke erebesk di mûzîka wî de serdest e. Xwezî ne wisa bûya. |
|
12.07.2020 13:58 |
xeyda
|
python [4] |
|
reels [3] |
|
nowadays [3] |
|
bahoza tîroîdê [1] |
|
şivanê kurmanca [2] |