1. ji bo karên bê encam tê bikaranîn. bi zanebûnî xwe avêtina nav rewşeke nebaş îfade dike. gava baran dibare ger hûn derkevin derve hûnê şil bibin. yanî ger mirov bizanibe di karekî de encamên baş û erênî wê dernekeve lazim e wî karî neke. lê digel vê zanebûnê mirov dîsa jî dest biavêje wî karî ev biwêj tê bikaranîn. mesela gava hûn ji insanekî ku bi çikûsîya xwe tê naskirin deyn bixwazin, dîyar e ku ewê tiştekî nede. madem wisa ye divê insan xwe nexe wê rewşa xerab de. ji bo nimûne: neçe cem wî. ew tiştekî nade kesî, xwe li ber baranê şil neke. |
|
06.06.2013 16:01 |
endazer
|
2. ger di demsala havînê de be tiştekî pir xweş e . |
|
23.08.2013 14:06 |
brusk56
|
3. welleh karê dîna û evîndara ne. |
|
23.08.2013 16:40 |
nuçevan
|
4. ger bi psîkolojiyek depresîf were kirin, heye ku bibe sedema xwekuştinê. |
|
23.08.2013 18:01 |
simurg56
|
5. meha nîsanê be, pirgirêrk tune ye. çikû barana nîsanê mirhovan xweşik dike, xweş e. bI heskIriya/ê xwe re hê xweştir e. |
|
23.08.2013 18:15 |
seydayê_peyvan
|
6. Nexweşiyeke pîs e bi min re. Çi îş çi kar! Qene qet nebe xwe bide ber dîwarekî. Eyb e eyb! Û tim û daim di vî hişê min ê ku bûye qula roviyan* de biryara "rojekê/ezê/xwe/li/ber/baranê/têra/dilê/xwe/şil/kirimekî" Heye. Nizam ew roj kengi ye. |
|
21.10.2013 07:25 |
ceso
|
7. (bnr: tiŞtÊn ku bi hezkirÎ re tÊ ÇÊkirin) |
|
21.10.2013 10:44 |
biruya hayao miyazaki
|
8. şÎfa ye. ligel vÊ romantÎk e. |
|
21.10.2013 13:27 |
cinorek
|
9. Li kurdistanê xweş e lê biyanistanê nexweşî ye. |
|
17.12.2013 03:02 |
dijber
|
10. Ger di çentê min de tişteke girîng ne be ji bo şilbûyinê, di bin baranê de meş bir xweş. |
|
20.04.2016 22:02 |
gulêê
|
11. bi taybetî jî a nîsanê min rastiya wî li xwe negirtiye.. digotin meriv pê spî dibe me jî xwe dida berê.. ez îtîraf bikim ez berê esmer bûm qirêja min tev bi saya baranê jê çû û niha borikim * |
|
20.04.2016 23:08 |
shorbevan
|
12. heyat e. mirovahî ewqa xerab bûye ku edî baranê weka tiştekî xerab dibînin û jê baz didin. |
|
02.12.2020 23:58 |
hueyn
|
tirşik agahdarî [1] |
|
tirşik v3.0 [1] |
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |