1. Peyva ku ji bo diyarkirina 'hevnegirtîbûna kronolojîk a di berhemekê de' tê bikaranîn. Ji zimanê yewnanî tê û rasterast wateya wê "li dij" e. |
|
09.05.2021 18:41 |
xelîl
|
2. nexweşiyeke berbelav ya vê serdemê ye. anakronîzm bi fêhma îro darizandina tiştên berê û borî ye. bêtir kesên fêhmkor di nîqaşan de hewl didin wekê çekekî bikar bînin. em bêjin ji dînê îslamê nexweş e dixwaze kêmasiyekî jê re çêke, dibêje pêxember çima çend jin aniye, lê dev ji dewra pêxember hezar û çarsed sal berde heta beriya çend salan jî polîgamî di nav civaka bav Û bapîrê wî di nav de dijî de wek tişteke asayî dihate dîtin ji aliyê piraniya civakê ve. |
|
09.05.2021 21:37 |
endazer
|
3. di hin berhemên hunerî de geh fîlm bin geh wêjejî bin, heke baş were xebitandin anakronîzm dibe hunerekê. ji bo jinûve-avakirina şertên dewr û cihan derfetê dide hunermend. lê yên bi zêdeyî hatine xebitandin, dibin nakokî û çewtî an jî nepixandin. an jî cureya rêzefîlmê mîsal nabe dîrokî, lê dibe honaka zanistî ya dîrokî. |
|
10.05.2021 12:13 ~12:26 |
biruya hayao miyazaki
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |