Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 62 peyam
bîranînên tirşikvanan ên roja erefetê - tirşik
bîranînên tirşikvanan ên roja erefetê
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Do, nizanim çiqas min xwest ez razêm jî qey ji germa qey hengî betilîbûm xewa min nedihat. Dûra ji nifştekê hat bîra min ku hindik maye ji cejnê re û pê re jî bîranînek min hat ber çavê min û ez kenîyam.

Em hîn nû ve hatibûn Izmîrê û wek hemu Mêrdînîyan mala me li alîyê Qelê bû. Berî eydê rojkê an jî du rojan em çûbûn bazarê. Wan çaxa gelekî piçûk bûm û Xaltîka minî mezin ji destê min girtibû. Êvarkî bû û derdor hêdî hêdî tarî dibû, gava em li ber destgehan dimeşîyan bala min destgehek ku li ser we tije çente hebû kişand. Îca belkî, hun dizanin gava eydê zarok derdikevin ko şekira bidin hev, divê ên keç çentekek wan hebe ku şekirê xwe têxênê û forsa xwe jî pê bikin.
Îca di nav wan çenta de çentekek hebû spî ko bi morîkan wêneyê masîyek li ser hatibû neqişandin.Îca her ku şewqa enterîkên li ser tenta destgehê lê diket bi hezar rengî diçûrisî. ( hîn dîmenê wê li ber çavê min e). Wê wextê ez dil ketim wê çentê û min pêş xaltîka xwe kir. Xaltîkamin ji çentefiroş re pirsî zilam jî got filan milyonî ye. Baha bû hepkî ji ber vê me nekirî û ez kelogirîbûm. Lê heta ku em sûka xwe biqedînin qey min bêhemdî xwe mehdê xwe kirîye îca nêzîkî em vegerin malê xaltîka min got :"ne ji te bi qedir e." Ji destê min girt û em çûn ber destgeh me bi bazarê wî çentî kirî. Îca hengî kêfa min hatibû wextî baskê min derketa.
Gava em vegerîyan malê, min çentê xwe pêş ên malê kir ew jî gelekî ecibandin.
Nîşe:
Yaw, zêde nayê bîra min lê piştî eydê çilo min ew çente carekê an jî du caran xist pîyê xwe, min dît ku ew morîk xwe jê berdan, belawela bûn. Ma çiqas qeherîbûm! Lê ji ber ku dewsa qulên derzîye mabûn hîn jî ew masî li ser bû û kêfa min pir tianî(:



15.07.2021 11:43 ~11:47 | pîroz

2. Bîranîneke taybet ku ez bêjim nayê bîra min lewra ez wan ji bîr dikim mixabin. Lê dema ez zarok bûm, bi gelemperî berî her cejnê kelecaniyek û kêfxweşiyek hebû, me solên xwe, cilên xwe hetta kîsikên şekira amade dikir. Xwezî bi wan rojan...



15.07.2021 12:11 | xabûrî

3. zarokên taxê me fîşênga davêtin mizgeftê



15.07.2021 12:48 | doesntmatter

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
belki ev jî bala te bikişînin
» bîranînên ji dibistana seretayî
» ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin
» roja sor a kurdistanê

Kategoriyên mijarê:: tirsik jiyan tekili cand tirsik jiyan tekili cand tirsik jiyan tekili cand
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî