1. demeke dirêj li benda vê rêzefîlmê bûm. Min romanê nexwendiyê lê afirênerên rêzefîlmê dibêjin li ser bingeha romanê hatiye kişandin lê ji romanê gelek aliyên cuda jî hene. min 4 beşan temaşe kir. ji aliyê produksiyonê ve karek pir mezin e û her beş mîna fîlmekî budce mezin e. ji aliyê mijarê de min hê temamî nekişandiye nav xwe. |
|
18.10.2021 11:58 |
xidiran
|
2. rêzefîlma ku bingeha xwe daniye ser rêzeromana foundation-a isaac asimov lê ji aliya honakê ve gelek jê dûr ketiye, hewqas ku wekî miriyê vê rêzeromanê dikarim bibêjim ku senarîst bi vê rêzefîlmê berhemekê cuda û heta derecekê serkeftî derxistine pêş me. lê dikarim bi dilrehetî bibêjim, bawer nakim ku yên pirtûk nexwendine jê tehmekê xweş bistîne, ji ber ku honak pir tevlihev e û li ser kronolojiyekê demdirêj ava bûye. |
|
11.12.2021 19:03 ~19:11 |
biruya hayao miyazaki
|
tirşik forûm [1] |
|
wunken [1] |
|
bugs bunny [1] |
|
xwarzî [1] |
|
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5] |