Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
bajarê mosîqarên spî - tirşik
bajarê mosîqarên spî
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. şikir ji Xwedê re kitêba bextiyar elî “bajarê mosîqarên spî” bi kurmancî çap bû. balkêş e îsal besam mistefa beşek ji wergera xwe ya vê romanê şandibû ji hevalekê re (nêzî 70-80 rûpel) çawa çêbû wergêr bû Şehab Xalidî nizanim.

roman 712 rûpel, bi wergera şehab xalidî ji weşanên avesta derket. romana ewil e ku popularîteya b. elî ewçend zêde dike û di demeke zû de deh hezar nusxe jê belav dibe. (haşim ahmedzade, roman û nasname)

bextiyar elî berê xwendevan dide serdema nêzîk a mişt karesat li başûrê kurdistanê ji salên 60î heta salên 90î, nexasim salên di bin zext û desthilata sedam û beesê de. ev bajarê mosîqaran di serdemeke wisa de tekane bajarê hemû bedewiyên ebedî ye ku xwe parastiye.

di vê romanê de sînorên rastî û xeyalê dîsa xumam dibin, bajar û dinyayên din hene ku sînorên bedewî/kirêtî û başî/xirabiyê tê de ji hev vediqetin û karakterên wê her yek ji efsûnekê dipekin efsûneke din.



28.01.2022 21:48 ~2022.01.29 23:52 | ezcan

dengdanên dawîn (yên din..)
erdal kayayê tirkan [1]
Li gor min Erdal Kayayê tirkan Cem Yılmaz e, her çend wek erdalê me se...
tirşik forûm [1]
silav gelo kesekî bibe evîndarê gellllek kesan û bi vê rewşa xwe aciz...
ez kurdan û kurdistanê nas dikim [3]
(bnr: gilik sipis missi) *...
gotinên pêşiyan [1]
zani xêl e lê nizani li ber derîyê kê ye....
gotinên pêşiyan [2]
Dîkê ji mêranî dikeve, dibe qeşmerê mirîşkan
îmana qijalkan ji ...
belki ev jî bala te bikişînin
» bajarêmezin
» spîtama

Kategoriyên mijarê:: weje pirtuk weje pirtuk weje pirtuk kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî