Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    5 mijar û 6 peyam
    gundubajar.com - tirşik
    gundubajar.com
    (0) (0) ecêb (0) (5)
    di mijarê de bigere

    1. malpereke nûsazbûyî ye ku ji bo berhevkirina navên orjînal-kurdî ya gund û bajarên kurdan, hatiye sazkirin.

    armanca xwe, ew bixwe wisa vedibêjin "bi armanca ku nav,wate û zanyariya hemî Gund û Bajarên Kurdistanê ji bo Kurdan berhev bike hatiye sazkirin. Di sedan salên dawî de navê gûnd û bajarên Kurdistanê ji aliyê serdestan ve hatiye guhertin an jî tunekirin. Ji ber vê yekê karê GundûBajar ji bo vê yekê hatiye sazkirin ku em navên winda, navên guherî derxin der û raveyî herkesekî bikin. Navên kêm, navên xelet, navên ku zanyariyê wan kêm divê hun dagrin. Herkesek xwedî li kevneşopa xwe û çanda xwe xwedî derkevin. Tikaye hun çi di warê gûndê xwe an jî bajarê xwe de bizanibin rêkine vê navnîşanê. zanyari@gundubajar.com GundûBajar projeyek ji projeyên hêvî group e. Sipas bo arîkariya we. "



    2013.10.13-23:31 | simurg56

    2. malpera ku heta niha 1107 gund û bajar lê hatiye zêdekirin lê hê ne navê gundê min ne jî navê navçeya min tê de tune ye .



    2013.10.30-01:09 | brusk56

    3. projeyeke gelek hêja ye ji bo tesbîtkirin û civandina tevahiya navên resen ên dar û deveran, lê mixabin min nekarî têkevime lîsta wan da bizanim ka navên gund û deverên ez dizanim tê de hene an na.



    2013.10.30-19:53 | gordereş

    4. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.12.03-23:02 | qivaro

    5. malpera tu feyda wê hema bêje tu kesî re tune. ev çi ye ji xwe heta niha hema 1110 nav lê hatiye zêdekirin û yên lê heyî jî hema du-sê daneyên şerpeze lê heye, tew. a fikra minde ew e kurd bikarin navên kevir û kaş û kaniyên xwe jî tomar bikin, ne hew bêjin nizanim gundeke tirteylo li alê rojava hebu.



    2015.09.14-22:36 | azadixwaz

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    hello world [1]
    hînî qodnivîsînê dibim, di şûna hello world de min silav kurdistan niv...
    tiştên ku kurd pê teqlîda tirkan dikin [1]
    Di zimanê Kurdî de deng piranî ji qirika meriv derdikevin, hinek kurd ...
    soundtrackên bijarte [1]
    (bnr: the divergent series allegiant)

    Tove Lo - Scars
    pirtûkxaneya îskenderiyeyê ya kurdan [7]
    Pirtûkxaneya Îskenderiyeyê ji aliyê Xirîstiyanên radîkal ve di dema (v...
    hozan serhad [1]
    Keşka her ro tiştek li ser mijara rojnivîska tirşikvanan biniv...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » gundubajar.com

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi malper
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî