Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


34 mijar û 66 peyam
the birth of a nation - tirşik
the birth of a nation
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Filma ku sala 1915ê hatiyê çêkirin e. Filmek bêdeng e. Li ser şerê koletiyê ku 1861ê de bi navê the civil war tê zanîn hatiye kêşan. Lê behsa gelek bûyer û rûdanan dike. Mînak sedema avabûna ku klux klan, tevgerê vê rêxistina nîjadperest, kuştina lincoln û hwd. Ji sê saeta zêdetir behsa du malbatan dike. Malbatek ji başûr yek jî ji bakûr e. Beriya şer têkiliya wan bi hev re heye keçik û lawikê wan ji hev hez dike û gişt berzewacin lê top li mala neyaran bikeve şerê kambax nahêlin bigihên mirazên dil. Herkes şerpeze dibin, bi çengela dikevin li çol û çepelan dibin hesreta qetek nan lê ev şer e. Dawiya dawî herkes di halek nehal de ye lê ji bo çi?

Ji bo reşikan bikin kole û dîlê xwe. Ji bo her mayîna wana vê rewşê de ye. Lê di film de ne wisa ye. Film reşikan gelek xerab dike. Nîjadperestiya film de tê kirin nakeve tu hesaban. Rastî jî di gelek cihan de bi awayên cûrbecûr li reşikan heqaretên giran dike. Heta ji bo navê reşikan xerab bike rolên ku divê awayek çalak reşik bilîzin lîstikvanên spî bi boyaxê reş dikin û didin lîstin. Reşikê rastîn tenê di kêm cihan de di plana paş de ne û ne dengek jê tê ne pêjnek. Ma hew ewqas, xwezî hew ewqas ba, em piştî şer desthilatiya reşikan û reşikên neheqî û destdirêjiyên ser spiyan dike dibînin. Reşikên dûrê mirovahiyê û dûrê şaristaniyê nizanin bi vê desthilatiyê çi bikin. Êdî reşik ewqas heqaretên giran dike ku spiyên feqîr(!) nema debar dikin û rêxistinek sivîl ava dikin û dest bi qirkirina reşikan dikin. Û hew ewqas, na na! Tew axaftin û tevgerên ji bo reşikan heqaretên giran dihewînin ez naynim bîra xwe.

Ji ber van sedeman film di dîroka sînemayê de temaşevan kirine du alî. Aliyek filmê ser hemû filman dibîne û aliyek jî ji bo nîjadperestiya film de tê kirin filmê xerab dibînin. Her çiqas dema nû derketibe gelek hatibe pesinandin û temaşekirin jî, her çiqas niha di gelek sazî dezgehan de tê parastin jî, her çiqas serokê dewletê filmê re gotibe "dîroka zindî" jî kesên kêmasî û xerabiyê filmê ditine jî ne kêm in. Kû tu bêjî dîrok dîrokek yek alî kişandiye, ku tu bêjî teknîkên nû ji bo sînemayê tiştek mezin li sînemayê zêde nekiriye, ku tu bêjî li mirovahî lê tiştek zêde nekiriye, dijî wê kêm kiriye.

Lê dîsa jî berawirdiyeka her dû fikran em bikin dê çawa be? Gelo ya girîng "derhêner li sînemayê teknîk û tiştên nû zêde kiriye" ye an jî "bi xerabkirina navê reşikan ku dema hatiye kişandin hê ev nefreta di hundirê gelek kesan de hebû û ev rêxistina nîjadperest çalak bû û ji ber film jî ji aliyê gelek kesan hate temaşekirin ev hestên nefretê li hember reşikan dîsa gur bû û dîsa bû sedema heqaretan?" E? Bi ya min ya duyem girantir e. Dijminatiya nû nû qaşil girtibû dîsa kola û ji berê mezintir û kûrtir kir.



07.03.2023 11:01 ~14:23 | rizgarm

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
belki ev jî bala te bikişînin
» the shallows
» national basketball association

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî