Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 61 peyam
barda - tirşik

Fîlm ji bûyerekî rastîn de hatiye girtin. Fîlmekî psîkolojîk e. Bersiva, "Bandora civatê û rewşa sosyo-ekonomika sûcdaran ser kiryarên sûcdaran çiqas heye" dide ber çava....
(1 şîrove)
barda
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Fîlmekî serdar akar e. Ji bûyerekî rastîn de hatiye girtin. Fîlmekî psîkolojîk e. Bersiva, "Bandora civatê û rewşa sosyo-ekonomika sûcdaran ser kiryarên sûcdaran çiqas heye" dide ber çava. Bandora fîlmê ser derûnnasîyê giran e, gelek kes dibêjin ez bi hefteyan ser xwe da nehatim. Ya min her çiqas hewqas nebe jî dîsa bandora fîlmê min hîs kir.

Komekî hevalan heye ku her roj diçin bara hevalên xwe li wir bîra vedixwin, bi muzîkê coş dibin û li sahaya kêleka barê futbolê dilîzin. 5 kes, tam zemanê girtina barê tên û xeynî wan 5 hevalan û xwediyê barê tu kes nemaye. Ew 5 kes bi çek û kêrên xwe li wir zeft dikin û bi saetan îşkence wan dikin, tecawizê jinê li wir dikin yekî li wan dikujin, lingê yekî seqet dikin. Fîlm, wek meriv bi çavê serê xwe mêze bike rastîn xuya dike. Mirov ferqa koma hevalan û 5 sûcdaran gelek zelal dibîne, aliyê lîstikvaniyê, lîstikvaniya 5 sûcdaran baştir e. Lîstikvaniya nejat işler, erdal beşikçioğlu û volga sorgu gelek serkeftî ye. Dawiya fîlmê da serdar akar û zeki demirkubuz derdikevin sehnê (mehkûmên girtîgehê). Bûyera Rastiya fîlmê hê ji fîlmê xirabtir e, ev tişt zêdetir meriva aciz dike.

Piştî fîlmê mexdûrekî bûyera rastîn dibêje Serdar akar bê îzna me ev fîlm kişandiye, heqê wî tunne Me 10 sal da ku em vê bûyerê bîr bikin. Paşê derheq wan de dozekî dadgerî vedike lê qezenc nake.



09.08.2023 20:36 ~20:43 | pêşewa

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
belki ev jî bala te bikişînin
» barda

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinemaflm sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî