Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


0 mijar û peyam
      mala dengbêjan - tirşik
      mala dengbêjan
      (1) (0) ecêb (0) (7)
      di mijarê de bigere

      1. cihê kesên ku li ber pez hin caran ji pezê xwe re kilam gotine û niha bi çavê hunermendên mezin li xwe mêze dikin lê wek ku di civateke gundî de rûniştibin, bi bêgiramî tizbiya xwe û serê xwe dihejînin û kilaman parçe parçe dikin e.



      çend navan jê derînin, hemû bi amatorî li wira wextê dikûjin... çend sale dişopînim bi qandî misqalekî pêşketin nîne.



      2013.10.17-14:49 | dîno

      2. mala ku ferqa wê qehwexaneyê tunîne.. lê diviya maleke wiha bibûya atolye û laboratuvara dengbêjiyê.. diviya hemû kilamên dengbêjan li vir bi awayeke paqji hatibûna tomarkirin.. diviya li vir ji bo ciwanên hewisîn dengbêjiyê qurs hatibûna dayîn.. lê ka? dema mirov diçe civata dengbêjên li vir mirov dibîne ku dengbêj peyvê ji devê hev direvînin, kes guhdarî kesî nake, hemû li bendê ne ku kilama hevalê ku bi îsota tûk bibire û bi meqamê gundê xwe heriyê..

      keldûmana atmosfereke kaotîk û polîtîk wekê hemû saziyên mîlîter li ser vir jî bilind dibe..



      2013.11.28-02:08 | endazer

      3. mala ku li amedê ye..

      we çi çax bivê dikarin herin û guh û dilê xwe pê zimanzanên me yên qedirbilind rehet bikin..

      li kolana melîk ehmedê ye li kêleka mizgeftê berham paşayê ye..



      2015.02.28-14:47 | ferhenga şikestî

      4. mijara ku min li ser wê nivîsek nivîsiye, wêne û vîdeoyên wir di vê lînkê de parve kiriye Here lînkê



      2015.06.01-21:23 [guhertin:2015.06.01 21:49]| hêja hûner

      5. (bnr: bi gotinê xera dibe û ava dibe)

      sernivîsa ku mala qera yên ku ji wan ra dibêjin mala kera anîye bira min.



      2015.06.02-10:31 [guhertin:2015.06.02 11:32]| shorbevan

      6. mala dengbêjan cihek e ku li amedê ye û bi piştgiriya şaredariya amedê dewam dike û niha di kurdistan24 de behsa wê dibe û dibêjin biçûtirîn dengbêjên wê 60 salî ye û gilî û gazinca wan ku bi hezaran mirov li wan guhdarî dikin lê ti kes fêrî dengbêjiyê nabe.



      2015.11.09-21:13 | dijber

      7. Peyveke halê di kurdî de tune. Dengêj.. Deng+gêj.. Yê mijar vekirî dibêje qay dengbêj nivîsandiye. *



      2015.11.10-06:22 | hêja hûner

      8. Peyveke halê di kurdî de tune. Dengêj.. Deng+gêj.. Yê mijar vekirî dibêje qay dengbêj nivîsandiye. *



      2015.11.10-06:22 | hêja hûner

      9. edît: navê mijarê hat sererastkirin.. loma espriya jor jî badilhewa bû**



      2015.11.10-19:23 | ferhenga şikestî

      10. (bnr: lê henekek xweş bû :))



      2015.11.10-19:31 | dijber

      11. li cizîrê jî mala dengbêja heye lê ez ne çume u ji xwe ez nizanim kuderêye jî .



      2015.11.10-19:40 | mijdar

      Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
      dengdanên dawîn (Yên Din..)
      arjen arî [4]
      şairê helbestên kurmanciya gewr.. stûnê peyva kurdî.. hechecîk...
      flamenko [2]
      muzîk û dansa gelerî ya endulusê ku bi tevlihevbûna gelek çandên wek e...
      navên hespan [3]
      Hespên navdar: Navê hespê pêxemberê me yê zişan "Bûraq" Na...
      civîna yekem a ferhenga şikestî û ceso ya li stenbolê [4]
      civîna ku teqrîbî sêzdeh saet berdewam kir, heke nobeta ferhenga şikes...
      çewtiyên mantiqî yên vegotinê [3]
      beşek ji pirtûka rêzimana kurmancî ya bahoz baran e.. ...
      belki ev jî bala te bikişînin
      » mala bavo

      Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan cand
      nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


      sitemap
      reklamokên beredayî