Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    4 mijar û 5 peyam
    sunet - tirşik
    sunet
    (0) (0) ecêb (0) (3)
    di mijarê de bigere

    1. Wek kurdên bi çandeya îslamî gihîştî sunet di jiyana me de bûyerek girîng e. Ji bona wê sal an çaxek diyarkirî tune ye. Ku zarûkê nûbûyî bi gamrûkê keve, ji ber vê dibe ku hê gava çilî ye bê sunet kirin, lê wekî dinê malbat dixwaze wî karî bi şahiyek bike. Sunetçiyên Farqînê çi bigire malbatek ji Tilo bû. Bav û kurek di barîgana sunetê dema ku gerih û kereng derdiketin dihatin, me ji wan re digot “seyid”. Di binê şewqê de kumên kesk li serê wan bû.



    Sunet herwekî ku navê wî li ser e, pêkanîna ferzek îslamî û cihûtiyê ye; bûyerek dînî ye. Herçend di sunetan de malî govend bigirin, bileyizin jî ji dawetê bêtir mewlûda xwarinê tê dayîn. Li gora taqeta malê mewlûdek tê dayîn an xwarinek tê çêkirin ku sunetçî û yên hazir bixwin. Mewlûdên malên kurmancan bi xwendina mewlûda Melayê Bateyî pêk tê.



    Ji bona karê sunetkirinê divê ku yek paşve bi zarûkê tê sunetkirin bigire, ku ev kirîva ye. Kirîvatî çi bigire merivatî danîna bi riya dudiyan e: Merivatî danîn a pêşî bi riya jin-anînê ye. Li hin deveran mehra di navbera keç û kurê du malên kirîva de çênabe, lê li Silîvan usûlek wisa tune ye. Kirîvatiyek dinê jî heye ku li hin deveran jê re “birazava”, li hin deveran jî “saxdoş / saxdiç” tê gotin.



    2013.10.24-01:50 | endazer

    2. Berredayî perçakî kîrê min jê kirine... Xwedê nehêle...

    :D



    2013.10.24-14:22 | tolazek

    3. a min de tenê çentê zêrînê sunetkarê min tê bîra min...



    2013.10.24-22:34 | rexnegirêtagirtî

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    hello world [1]
    hînî qodnivîsînê dibim, di şûna hello world de min silav kurdistan niv...
    tiştên ku kurd pê teqlîda tirkan dikin [1]
    Di zimanê Kurdî de deng piranî ji qirika meriv derdikevin, hinek kurd ...
    soundtrackên bijarte [1]
    (bnr: the divergent series allegiant)

    Tove Lo - Scars
    pirtûkxaneya îskenderiyeyê ya kurdan [7]
    Pirtûkxaneya Îskenderiyeyê ji aliyê Xirîstiyanên radîkal ve di dema (v...
    hozan serhad [1]
    Keşka her ro tiştek li ser mijara rojnivîska tirşikvanan biniv...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » sunet

    Kategoriyên mijarê:: oldin
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî