1. 'Evîndariya li welatê me evîndariya platonîk e; hezkirina bêî xwestina danûstandina têkiliyên cinsî (seksuel) ye. Çav bi hev ketin, ji hev re çavkirin an bişirîn, bi kezî an bi poçaxa xwe leyistin ragihandina (mesaja) hizkirina xwe ya bi pêlên psîkoelektronîk e ku bi qasî bayê brûskê tesîr li ser meriv dike. Meriv li hev dişewişe, ava germ bi çokên meriv de tê, çokên meriv diricifin, tê de taqet namîne, destên meriv dilerizin, çavê meriv tarî dibin, dûmanek nedîtî ji nav serê meriv hildikişe. Ev kengê dibe? Gava ku meriv xort e û yeka bi dilê meriv ji meriv re bi dest, çav, dev an rêveçûna xwe wisa bike. Lê yeka ku ne bi dilê meriv be û ji meriv re wisa bike, hingê bîzê meriv jê tê ku merıv wê neke şûna orispiyan jî bi çavê sivikan lê dinêre. Lewra di wan çaxan de dîna meriv reş û sipî ye, di navbera reş û sipî de rengên dinê tune ne. Tiştê bi meriv xweş e spî, qenc û çê ye; tiştê bi meriv nexweş reş, xerab û nemaqûl e. |
|
24.10.2013 01:51 |
endazer
|
2. rewşa xweşbûnê ye. |
|
04.11.2013 13:05 |
biruya hayao miyazaki
|
4. evîndarî meriv dike xewn û xeyalên xweş evîndarî bî vî awhayî xweşe, lê xewnû xeyal kêm cara dibin rastî a ev nêxweşe * ger meriv bê xapandin û filan û bêvana qet nepirsin eşqa dila di virde zorê dide meriv * meriv ji hezkirinê dide tobe kirin lê belê dîsa dilê meriv tije hizkirine bi xwe nikare berxwe nakebe, pozê wî naşewite tobeya xwe dîsa xerab dike hînî kûçiksanîyê bûye... werhasil evîndarî meriv leqay bela xwe were xweşe * wekî din zore zehmete.. |
|
05.04.2016 02:41 |
shorbevan
|
5. Kê ev îcada derxistiye serê mirovahiyê, bila xwedê bela xwe bidê * * |
|
06.12.2017 00:24 |
bûtîmar
|
6. Evîndarî tevde edeb e, Terbiye ye. |
|
06.12.2017 00:35 |
gumgumok
|
7. Bi min evîn xeyalên xweş kirin e. Piştî demekê dimire. |
|
23.10.2022 00:42 ~00:43 |
bayê xerbî
|
8. Nîv dînîtî ye. mela xelîlê sêrtî |
|
29.01.2024 15:35 ~15:36 |
xabûrî
|
9. ger evîndariyê biyolojîk be, ev zindan e. |
|
29.01.2024 23:53 |
ciwanzêr
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
tirşik agahdarî [1] |
|
horhorik [2] |