Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 51 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; moz
peyamên çepikkirî

22988. jehr diwakevÊ BiQÛNAMIN VEDABÛN



07.06.2013 17:16 | simurg56

96131. Di navbera kilmoz û me zarokan de șerekî dijwar hebû. Em șervan, ew șervan. Em zalim, ew zalim. Lê em zalimtir bûn.

Çi ecêb e ku ew mozên sor hemê bêje hercar bi çermê tenik û nazik ve didin da ku pêvedana wan zaliman bitesîrtir be. İșê xwe dizanin wela. Gelek caran b'dora çavan ve didan. Ida dora çavan diwerimîn, çav dihatin asêkirin û 2 rojan kor dibûn. Belkî sed carî bi min ve dane * ji bo wisa ez wan pir nas dikim.

Heyfa min jî pir giran bû. Weke hemû zarikên gundan ez jî li dijî van heywanan pir zalim bûm. Xwidê min efû bike. Min qatkîyamên mezin dikir.

Mînak dema min kilmozek didît, min dest bi plana komkujiyê dikir. Pêșî min sergîneke tenik û cilêtek didît û quleke teng di sergînêde de divekir. Peyrê șiv, çiqil, hejikek, darek,,, werhasil, peyde dikir û bidizîve nezî dibûm û nobetçî dikuștin. Cêhde ew sergî qul jî didanî ser hêlîna (kilmoz) mozan. Min darikikî zirav dixistê qula mozan û ew har dikirin. Wan jî mîna artêșeke hemûyan dikirin kû derbikevin lê mixabin j'xeynî qula sergînê hemû der asêkirî bûn. Mecbû diman û di qula sergînê ve dikirin ku derbikevin. dema serê xwe di qulê ve derdixistin, bi cilêt me serê wan jê dikir û bedena wan jî di xindirî nava kilmozê. Bi sedan wisa dihatin qelandin. Peyre me kilmiz dikolan û heta mîrê jî dikușt û șan derdixist û hingivên hêlînê dixwar. Carinan me qula mozan tijî av dikir, carinan... . Wela daeș jî ev qatliyam nekiriye * . Xwidê me efû bike. Ez lêborînê ji wan mozan dixazim.



27.10.2013 15:55 | simurg56