21. logoya ku ez ne xelet bim bayesar çêkiribû. spehî çêbûye lê bi min renga backgroundê zer bûya wê baştir bûya. |
|
08.08.2014 11:13 |
brusk56
|
22. Logoya ku min jê zêde hez nekirìye ye. Dìsa jì destê we sax be. |
|
08.08.2014 14:22 |
gelawej
|
23. bi font û tavê xwe ve hinek dişibe logoya kovarê tîrojê re. |
|
10.08.2014 12:46 |
ervah.azad
|
25. heta vî emrî min logoyek dî wekê vê logoyê bêteşe, bêwate û bêmerês nedîtibû.. spas tirşik! |
|
17.08.2014 16:21 |
endazer
|
26. logoya ku bi tirşikê neketiye. paşdîzayn cuda logoya nû cuda qet li hev nayên. meriv dibê qey logo ji 1980yaN wan maye lê dîzayna tirşikê hinekî nûjen e. bi kurt û kurmancî min logoya nû neecibande û hinekî amator e çî ye? |
|
18.08.2014 01:02 |
ceso
|
27. logoyeke hêsan e û diyarê ku ji destê ecemîyekî derketiye. |
|
18.08.2014 09:42 |
nazim tolhildan
|
28. logoya ku bûye sebeb pirraniya nivîskarên tirşikê xweziya xwe bi logoya berê ya tirşikê bînin.. |
|
22.08.2014 22:56 |
endazer
|
29. logoya ku biwêja ''rehmet li kefendizê berê" tînê bîra mirov. bi rastî logoya berê gellek xweşiktir û ciddîtir bû. tê bêjê qey hema zarokekî ji ber xwe de çêkiriye.. |
|
22.08.2014 23:10 |
nan û av
|
30. logoya ku xwazîka min çênekirîbûya. |
|
22.08.2014 23:18 |
bayesar
|
31. wekê sêva gezkirî ya appleê çima logoya tirşikê jî ne pÎvazeke gezkirî be? |
|
14.12.2014 18:13 |
uciezkvidyêvp
|
32. bi rastî jî dikare pîvazek gezkirî be lê divê xêrxwazek ji me re yeke baş xêz bike. |
|
14.12.2014 18:16 |
simurg56
|
33. tişteke wiha? lê divê xetên gezkirinê hilûstir bin û belkî rengê pîvazê jî wekê sêva appleê metalÎk ve wê çêtir be. |
|
14.12.2014 18:20 |
uciezkvidyêvp
|
34. (bnr: me her tişt safî kir vêca dora logoyê ye) |
|
14.12.2014 18:28 |
oxir
|
35. dikare tiştek wisa be: |
|
14.12.2014 18:47 |
simurg56
|
36. bi destên min ve hatiye afirandin. |
|
19.03.2015 01:34 ~01:38 |
remlavêj
|
37. logoya nû logoya tirşikê/61638 ya ku ji aliyê remlavêj ve hatiye amedekirin tişteke hêja ye, bi dîzayn û rengê xwe bi awayeke nûjen hatîye çêkirin lê bacan ne çiklandî û dirêjkirî bûya û nivîsa " tirşik" jî li jor bacanê -dîsa bi awayekî nujen- nivîsadî bûya temam dibû. wekî nivîsê tenê "tirşik" bes e bi min |
|
19.03.2015 09:05 ~09:06 |
ceso
|
38. vêga logoya ku remlavêj çêkiriye, ye. em binêrin ka vê carêw ê tirşikvan biecibînin. |
|
19.03.2015 19:25 |
simurg56
|
zwilling [1] |
|
epîdîdîmît [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
tirşik forûm [1] |
|
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [2] |