Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


38 mijar û 55 peyam
logoya tirşikê - tirşik
logoya tirşikê
(10) (1) (9)
di mijarê de bigere

21. logoya ku ez ne xelet bim bayesar çêkiribû. spehî çêbûye lê bi min renga backgroundê zer bûya wê baştir bûya.



08.08.2014 11:13 | brusk56

22. Logoya ku min jê zêde hez nekirìye ye. Dìsa jì destê we sax be.



08.08.2014 14:22 | gelawej

23. bi font û tavê xwe ve hinek dişibe logoya kovarê tîrojê re.



10.08.2014 12:46 | ervah.azad

24. logoya ku tîrêjên roja wê 21 ba bê çêtir bûya *



10.08.2014 15:28 | berxweda

25. heta vî emrî min logoyek dî wekê vê logoyê bêteşe, bêwate û bêmerês nedîtibû.. spas tirşik!



17.08.2014 16:21 | endazer

26. logoya ku bi tirşikê neketiye. paşdîzayn cuda logoya nû cuda qet li hev nayên. meriv dibê qey logo ji 1980yaN wan maye lê dîzayna tirşikê hinekî nûjen e. bi kurt û kurmancî min logoya nû neecibande û hinekî amator e çî ye?



18.08.2014 01:02 | ceso

27. logoyeke hêsan e û diyarê ku ji destê ecemîyekî derketiye.



18.08.2014 09:42 | nazim tolhildan

28. logoya ku bûye sebeb pirraniya nivîskarên tirşikê xweziya xwe bi logoya berê ya tirşikê bînin..

destê yê çêkirî sax be, û xwudê xêra wî jê binivîse, lê bi xwudê ne tu logo ye, û nayê avayê.. hemû cidiyeta tirşikê bi derbekî re li erdê xistiye.. ka xêra xwe logoyê dî bînin vê ji vir rakin..



22.08.2014 22:56 | endazer

29. logoya ku biwêja ''rehmet li kefendizê berê" tînê bîra mirov. bi rastî logoya berê gellek xweşiktir û ciddîtir bû. tê bêjê qey hema zarokekî ji ber xwe de çêkiriye..



22.08.2014 23:10 | nan û av

30. logoya ku xwazîka min çênekirîbûya.

(bnr: temam bes lêxin logo mir)



22.08.2014 23:18 | bayesar

31. wekê sêva gezkirî ya appleê çima logoya tirşikê jî ne pÎvazeke gezkirî be?

wek tê zanîn kızıl elma ango sêva sor sembola turanîzmê ye, çi qas rast e nizanim dibêjin rojekî li diyarbekir, bedîuzzeman mele seîdê kurdî û ziya gökalp liqayî hev tên, di navbera wan de li ser îdeala turanîzmê munaqeşeyek çêdibe, li ser vê yekê mele seîd ji seîdê kerê çolê re dibêje, ez seriyek pîvaza kurd bi hezar sêvên sor nadim!



14.12.2014 18:13 | uciezkvidyêvp

32. bi rastî jî dikare pîvazek gezkirî be lê divê xêrxwazek ji me re yeke baş xêz bike.



14.12.2014 18:16 | simurg56

33. tişteke wiha? lê divê xetên gezkirinê hilûstir bin û belkî rengê pîvazê jî wekê sêva appleê metalÎk ve wê çêtir be.

http://i.hizliresim.com/jv4BVj.jpg



14.12.2014 18:20 | uciezkvidyêvp

34. (bnr: me her tişt safî kir vêca dora logoyê ye)



14.12.2014 18:28 | oxir

35. dikare tiştek wisa be:

http://i.hizliresim.com/rmgErz.png



14.12.2014 18:47 | simurg56

36. bi destên min ve hatiye afirandin.



Here lînkê



Here lînkê



19.03.2015 01:34 ~01:38 | remlavêj

37. logoya nû logoya tirşikê/61638 ya ku ji aliyê remlavêj ve hatiye amedekirin tişteke hêja ye, bi dîzayn û rengê xwe bi awayeke nûjen hatîye çêkirin lê bacan ne çiklandî û dirêjkirî bûya û nivîsa " tirşik" jî li jor bacanê -dîsa bi awayekî nujen- nivîsadî bûya temam dibû. wekî nivîsê tenê "tirşik" bes e bi min



19.03.2015 09:05 ~09:06 | ceso

38. vêga logoya ku remlavêj çêkiriye, ye. em binêrin ka vê carêw ê tirşikvan biecibînin.



19.03.2015 19:25 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik v3.0 [2]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [3]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
îtîrafên tirşikvanan [1]
ev demeke dirêj berê min li tirşikê taybetmendiyek zêde kiribû û ji bî...
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
belki ev jî bala te bikişînin
» logoya youtubeê
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî