Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    11 mijar û 18 peyam
    cedric - tirşik
    cedric
    (3) (0) ecêb (0) (4)
    di mijarê de bigere

    1. lehengekî kartonÊ Ya ji pînokyo, pollyanna û alice(ê war û welata berzîşan) cuda ye ku ew lehengên duyemîn li gorî nêrîna edeb û hêvotîn û perwerdeyê zarokan a kevneşopên şaristaniya rojava de hatiye çêkirin.



    guhnedana mezinan, tersê lehngên çîroka ku navê wan hat gotin, ferqa herî mezin ê cédric e ku cudatî ji evîndarbûna wî jî xwe rê dide. aliyê din bapîrê wî ya hêja ji bo neviyê wî neyê cezakirin, tim wî diparêze ku cihê ev taybetî di nav perdewerdeyê zarokan a kenveşop de tuneye. li gorî vê nêrîna dema zarok nerehetî, xwerabî yan jî tolazî bike divê bê cezakirin. em vê taybetî, mîna çîrokên pînokyo yan jî aliceê bi eşkere dibînin. hek zarok guhnedi mezinê xwe; wan wekî pînokyo bi dijminan bê xapandin an jî wekî alice wendabibe û tiştên nebaş wê were serê wan. lê cédric? erê, cédric carcaran ceza jî distîne: nikare derkeve derve yan jî rojmezaxa wî tê birîn. lê piranî bapîrê wî, wê di nav ev cezayan de ji bav û dayika wî diparêze yan jÎ ew mezrax dide wî û ji bo derketina wî ji zava û keça xwe re dixeyde; wan dixapîne… li vira rêzefîlm dixwaze ku îtimad û îtibar bide zarokan û bira zarok di nav her şert û mercan de çareseriyek bibîne; bi kesên ku dora wan e, îtifaqa çêke… ev jî qabiliyeta rêxistin û dîtina çareseriya krîzan a zaroka pêşdixe…



    elbet taybetiyên vê rêzefîlmê her dem û timî ne baş e. wekî pederşahîbûna cédric. em dikarin ku bi roniya merhaleyên zarokatî ya psîkolojÎk bibêjin ku ev cédric zordest û zorbaz e. vê zorbaziya wî li ser hogira wî ya christian xwe eşkere dike. notê ku ez xwe di christian dibînim, dînîm û bidomînim: çima karaktera christian hew qas hatiye pasîfîzekirin, fêm nakim. her çi qas ev heqîqetekî zarokatî be jî li gorî min raoul cauvin pir çûye ser krîsçin! erê heval, alî hev dikin û pir caran jî vîya bêberdêl çêdikin. lê ev salan e ez vê rêzefîlm temaşedikim, ez dibêjim qey carekî cédric alî krîsçin kir, bes carekî! ma her demê cédric bi aliyê krîsçin xwe pêşxe, bi alternatifan planên nû çêke, çareseriyên krîzan bibîne. hek bi aliyê krîsçin tiştekî neguhere wî bi xeber û galagala hevalê xwe dike. her çi be jî heyfa krîsçin ji aliyê chenê ji erdê tê rakirin. li hemberî peyvekî chenê, cédricê maço û hovî wekî kuçikê bi hoştan hatiye qewirandin, direve. erê dilê min rehet dibe; vê gotinê pêşiyan rast e: kar di bin sepetê namînin.



    îhtimal e ku cédric ji hêla chenê bê berdan (ku têkiliya wan ê fermî jî tune ye ha!) û wî bi ramusa fransizî keçika ji serî derxe. dibe ku wî yê berpêbûna xwe ya hevzayend an jî bîseksuel kifşbike û bi krîsçin re bizewice.* êdî tê zanîn ku li fransayê zewicandina hevzayendan serbet e. ev serpêhatiya farazî kampanyaya bira edî û budu bizewice anî bîra min.*



    her çi qas ez maçobûna cédric hez ne bikim jî di tabloyê mezin de rêzefîlmê cédric ji bo zarokên bawerî qeweta xwe dikin, kartonekî girîng e.



    em serlehengê vê kartonê dînin aliyêkî, ji wê hêztir lehengik din heye: kamo.



    (bnr: daniel pennac)

    (bnr: delidolu arkadaşım) *



    nîşe: kurd1 bi dublajekî xweş û resen vê kartona weşandibû. ez du sê cara jî di televîzyonên başûr de jî RAST HATiBÛM. WANA jî NAVÊN LEHENGÊN KARTON GIŞA KIRIBÛN KURDÎ Û BI SORANÎ DUBLAJ KIRIBÛN.



    2013.12.20-14:20 | biruya hayao miyazaki

    2. Xêzefîlmeke gelkî xweş e ku Hîn niha jî gellek caran berê xwe didimê. Jixwe bi ya min divê ji zarokan bêtir mezin wê temaşe bikin * Cedric, navê lawikekî zerik e û ev lawik heyşt salî ye. Xêzefîlm, ji serboriyên wî yên balkêş û komîk pêk tê. Di dawiya hemû beşên xêzefîlmê de ev hevok li aliyê cedricê şekirnok ve tê gotin:"ger Ku hûn heyşt salî û evîndar bin, jiyan bi rastî jî pirr xweş e. " cedric diçe dibistanê û hej keçikeke çînî dike lê bi ya min keçik hay ji vê nîne * pê re cedric, zarokekî netebitî û dilnazik e û bi bext e, erê bi bext e çimkî wî kalekî şîrîn û zana heye ku mirov tim xweziya xwe bi hevaltiya wan a canecan re tîne. Cedric, her ku dikeve tengasiyê xwe diavêje bextê kalikê xwe. Ya xêzefîlmê xweştir dike jî pirranî dialogên cedric û kalê wî ne. Bîranîn, gotin û şîretên kalemêrî, xweş û bi qîmet in. Di tûrê kalê de, ji Bo hemû rewşên mirovî gotinek heye. Pirr caran Van gotinên zêrîn li qurçikekî dinivîsim. Dema biçûk bûm, ji ber ku kalê min nînbû min xweziya xwe bi cedric dianî ku kalikekî wî yê wisa hebû (ya rast hîn jî tînim*) û tişteke din: kalikê cedric gelkî dişibe Ahmet Türk *



    2017.01.24-00:36 [guhertin:2017.01.24 00:49]| sergijik

    3. wexta ez yazdeh salî bûm ev xêzefîlm derketibû û cedrîc hêşt salî bû, ez 27 salî me lê cedrîc hê jî hêşt salî ye*
    cara ewil li fransayê tête weşandin û wek li jor jî hatiye gotin dublaja wê ya kurdî jî heye, carûbaran ez jî lîqayî dihatim, bi qasî tê bîra min dublajeke baş bû..



    2017.01.24-13:30 | ferhenga şikestî

    4. "ger ku hûn heyşt salî û evîndar bin, jiyan bi rastî jî pirr xweş e." *



    2019.07.29-07:56 | xelîl

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    çewtiyên mantiqî yên vegotinê [3]
    beşek ji pirtûka rêzimana kurmancî ya bahoz baran e.. ...
    duyemdest [1]
    peyva ku min berî çend deqeyan ji ber xwe avêt. mirov dikare ji bo tiş...
    peyv û gotinên ku tirşikê derxistine [1]
    (bnr: teknofehşo) (bnr: firat wergerî)...
    di xewnên şevan de [1]
    Helbesta Cegerxwîn e ku ji aliyê yunus dişkaya ve wek stran hatiye got...
    tirşikvanên ku dixwazin li ber destê dr.simurg tedawî bibin [3]
    ez im ew kes. çendekî ye ku nizanim çavê kî ye li min ketiye û bi nexw...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » cedric

    Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî