1. di nav kurdên misilman û sunnî de ji bo navên erebî/îslamî tê gotin.. |
|
21.12.2013 08:20 |
endazer
|
2. heman demê navên erebî.bawerîyek xelet e lê mixabin di nav gelê me de gelek zêde ye.wek li jor hatî gotin ya giring ew e ku mirov navek xweş li zarokên xwe bike.ji alîyek din heke mirov bixwaze navê axretî dane jî ev nayê wê wateyê ku her navê erebî axretî ye.mînak wateya navê hacer çî ye ? hacer tenê tê wateya kuç,kevir.vêca ew axretî ye ? şuna hacer şîlan,dîlan,evîn,mizgîn gelek xweştîr e. |
|
08.01.2014 19:38 |
feqiyêteyran
|
3. dema ez bêjim ev jî rêbazeka pişavtinê ye hevalên min dibêjin hûn yekcar bûne paranoya. lê ez dîsa vê yekê diparêzim. gellek nav di herdû zimanan de jî di heman wateyê de ne çim yek ji yê din çêtir be. wekî din em wateyan gellek navan jî heya dawiya umrê xwe nizanin çend kes hene tu dibêjî wateya navê te çi ye? dibe di quranê de derbas dibe. wekî yemliha, makselîna, aleyna, şûheda hwd. carinan jî ji bo ku li guh xweş tê van navan li zarokên xwe dikin |
|
15.05.2014 12:32 |
renas
|
4. tişteke bêbingeh e. di dîn de jî tişteke wilê nîn e. min ji gellek melayan pirsî wan jî got tiştek wilê nîn e, dîn dibêje navên xweş û baş li zarokên xwe bikin, yanî nabêje navên erebl li wan bikin. jixwe ne li cem farisa ne li cem tirka ne jî li cem ereba tiştek bi vî navî tiştek wek vê nîn e. ev tişt ji bo ku kurdî hîn bêhtir bê bişaftin hatiye derxistin. virek e, derewek e, bêbextiyek e. vêca di van salan de hêdî hêdî ev tişt ji holê radibe lê ji wê xirabtir êdî tu kes kurdî nîşanî zarokên xwe nake. wan bi zimanên din mezin dikin. yanî her malxirabî ye. |
|
19.07.2014 17:56 |
xendekî
|
5. navê min e. lê weke li jor hatî gotin baweriya min jî pê nayê. |
|
19.07.2014 20:03 |
azadixwaz
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |