Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    25 mijar û 31 peyam
    herêma goyan - tirşik
    herêma goyan
    (0) (0) ecêb (0) (2)
    di mijarê de bigere

    1. Geliyê Goyan 50km. li rojhilatê Şirnexê û 20 km. nêzîkî bakurê Zaxo ye.. Di nav çiyayên asê û bilind de ji 33 gundan pêk tê.. Ji nav 33 gundan 8 gund, Şî-baziyan-kalig-Şwêd-bileh-bêjuh-dêrahêne-mergeh ji beriya 200 salan ve gelê Asûrî-Suryanî lê bû.. Ji van gundên Şî û Baziyan heta bi sala 1984an jî şên bûn

    Goyan, hem navê deverê ye û hem jî navê eşîrê ye.. Tirkan piştî danîna Komara Tirkîyeyê navê Goyan kiriye Uludere.. Qileban ku gundek ji gundên Goyan e, ew jî kirin navend.. Navê Qileban/Qulovon ji aliyê etîmolojîk ve li gorî gotinan ''Qul-avan'' an jî ji ''Kelha-ban'' peyda bûye..

    Li gorî nîşaneyên cografîk û demografîk her du nav jî dirust in; lewre, Qileban devereke avî ye û kelehek dîrokî jî li raserî wê ye.. Dever bi têra xwe xwedî gelî, newal av û kaniyên sar e; çîya û banî, gelî û kendalên xwe ji daremaziyan xemilandiye û bi gûzên xwe jî navdar e.. Navdartirîn çiya, kêla memê yan jî bi navekî dî memî Şivan e, her du nav jî têne tê bikaranîn..



    2014.01.01-23:48 | endazer

    2. Kurdên herî kevn in gorî dîrokê. li ola cihû, ji kesên necihû dibêjin goy/goyi. Ev peyv ji zimanê akad ketiyê zimanê îbranî. dewleta akad ji aliyê gutiyan hatiye rûxandin. Gutiyan nîvê şevê ,bi ga yên xwe êrîşê akad kirin e, û bi zimanê gutiyan ji wan navê goyi yanî gavan/gayi danin. bi herîkîna dem ev navê goyî ser wateya " netewên ne samî " û dûvre jî bi mehna " necihû" hatiye bikaranîn. payitexta gutiyan bajarkard( bajarê kurd) yanî derdorê silopî bû.



    2018.01.12-23:39 [guhertin:2018.01.12 23:41]| umed

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    sondên kurdî
    (bnr: bi serê çêleka mala şêx) * )...
    xwendina sûreya fetîhê li mizgeftên tirkiyê ji bo efrînê
    Stûyê wan melayan bişkê înşellah, le'neta xwedê li ser wan be, xwedê...
    xwendina sûreya fetîhê li mizgeftên tirkiyê ji bo efrînê
    Stûyê wan melayan bişkê înşellah, le'neta xwedê li ser wan be, xwedê...
    ismail beşikçi
    Helbestek li ser Îsmaîl Beşîkçî

    Darekê got
    Em ni...
    ergatîvîte
    tewanga min dev min de
    ergetîva min pêş min ve
    hiş neme...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » herêma bahdînan

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cihuwar
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî