1. teqrîben nivistî, hewceyî nivistinê, teqrîben di xew de, xewto, xewar, xewokî, xewarî, nûh ji xewê hişyar bûyî lê hîn sersem û tam nehatiye ser hişê xwe.. |
|
08.02.2014 08:13 |
endazer
|
2. (bnr: awirên xilmaş) |
|
09.08.2017 17:53 |
bûtîmar
|
3. peyva ku her tim dayika min tîne bîra min. tê bêje qey buka 20 salî ye, ew ê paqijiya malê xelas bike, xwarinên xwe amade bike û piştre quranka xwe veke û dest bi xwendinê bike. carê ew ê bangî min bike bo hinin peyvan. ya ew ê xwendinên wan yan jî maneyên wan bipirse. carinan wê qedehekê avê bixwaze. carinan sebra wê neyê, ew ê bixwaze ez li cem wê rûnim û wê guhdarî bikim. kêm zêde piştî nîv saetê ew ê xilmaş bibe. ez ê bibêjim "keçê ka rabe j'xwe'r hinekî rakeve". ew ê dengê xwe dernexe û xwendina xwe bidomîne. piştî demekê wê dîsa xilmaş bibe. "keçê, j'te'r dibêjim rabe, te di xwe de destmêj nehişt!". ew ê yekcarî bibêje "ez raneketim lo" û ji ya xwe neyê xwarê. hata ku ez wê bişînim ser cihê wê, ev dîyalog dewam dike. ez qurban bim. |
|
09.05.2021 11:37 ~11:39 |
biruya hayao miyazaki
|
bayê xerbî [3] |
|
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [1] |
|
platforma ciwanên serbixwe [4] |
|
çaya germ [1] |
|
ali çeven [2] |