1. Cûreyekê erebeyan e û weke jeepa ne. Ez bawerim navê wê ji fîrmayeka emerîkî a bi navê gmc (General Motor Company) ye tê. Ji ber ku bilêvkirina gmc ê bi ingilîzî cî-em-sî ye û weke cemse derbasî kurdî bûye. Marqeya wan jeepa jî gmc bû. Mesela me ne ev e. Mesela me hîma û hestên di hişê kurdan yê di berdarê van erebeyan de ye. Çawa torosên sPî bûbûn nîşaneyên girtîn, kuştin û serwendakirinê di heman demî de ev cemse jî di hişê me DE bû sembola zilma dewletê. Dema li gunda, gundiyan cemsa leşkeran bidîtan dizanîbûn ku wê li gund tiştnê ne baş biqewimin. Li bajar jî dema me ev cemse didîtin ji tirsa qelbê dikir bisekinê. Ji ber ku di wan cemseyan de tîmên taybet yên weke baraza hebûn û me dizanîbû ku bi qasê serê tiliyekê jî rehm di dilê wan de nîne. Simbêlên wa yên kûçikî (ülkücü), çavên wa yên rengo reng, Cilên wa yên Leşkerî, rext û fîşekên wa yên ku bi bedena xwe ve dorpêç kiribûn tirsek dikir dilê me de. Di wî emrê xwe de (salA 1992. Ez hingî 7 salî bûm) min ev baraz dîtin û heta heta ez ji bir nakim. Dîsa rojekî dema em li malê bûn, me hew dît ku bi pehînan deriyê me yê malê vekirin û berê sîlehên xwe yên giran dan me û got ger hûn xwe biqelikênin EMê li we bireşênin. |
|
16.02.2014 02:35 |
nan û av
|
2. Ez û diya xwe em pê erebe diçibûn ciyekî, nezîkî me erebeyekî eskeriyê derbas dibû, diya min pirsî "ev ne Cemse ye, min jî nizanibû Cemse çiye, loma wê fahm nekir. Min dilê xwe de got qey peyveke kurdî ye ez jê nizanim. Paşî hînbûm ku cîpên ku markayên wan gmc ye ji wan re Cemse dibêjin. |
|
01.07.2017 14:31 |
mîr
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |