Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 53 peyam
ferqa nebûn û mirinê - tirşik
ferqa nebûn û mirinê
(8) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nebûn ji holê rabûn an jî qet nehatina dinê re dikare bê gotin lê ji bo mirinê divê ku bê jiyîn. dema mirov dimire dîsa jî di hişên ên dijên de dikare bimîne le 'nebûn' nahêle ev jî pÊk bê.



26.02.2014 21:23 | mergehez

2. (bnr: 1984)



26.02.2014 21:23 | mergehez

3. bi gotina nebûn mirinek kurt, mirin nebûnek dirêj e dikare were ravekirin.

pardon, ew derbarê mirin û xewê de bû yaw.. sorry.



26.02.2014 23:16 | simurg56

4. dema meriv dimre hay ji xwe tine lê nebûn û hebûn destê meriv de ye. hebûn an nebûn mesele ev e. di mirinê de ev mesele ji holê radibe .



(bnr: hiçlik)



27.08.2015 21:56 | kurêpîrê

5. (bnr: shakespeare)

(bnr: hamlet)



27.08.2015 21:57 ~21:58 | kurêpîrê

6. Carinan difikirim dibêjim madam ku emrê me li ber emrê gerdûnê hîç e, nexwe navbera hebûn û nebûna me da ti ferq tuneye.

Fikra min a ji bo jiyanê ev nîn e helbet lê carinan wisa difikirim dibêjim mirovahî hebe çî ye tunebe çi ye ...



14.05.2020 21:57 | bûtîmar

7. Ti cûdatî di navbera wan de tûne ye ji bo min.
Ji xwe cudatiyek di navbera hebûn û mirinê, bûyin û nebûne de jî tuneye. Ev meseleyek direje. Dive gelek kûr bin ser vê mijarê de. Mesele hay jê hebûne.



14.05.2020 23:00 | rotê şevê

8. Nebûn êdî nezanîna xwebûnê ye. Dev jê berdan, dûr ketin, westan û ecizbûna jiyanê ye. Rewşek wisa ye ku meriv xwezî bi mirinê tîne. Êdî her tişt û her kes û têkiliyên di navbera van kes û tiştan dibin giraniyek ku nayê piştkirin û tirûşkirin. Bê tebatî ye. Windabûna xîret û daxwaz û vîna jînê ye. Carinan jî revîn e.

Mirin jî tiştek net û zelal e: tunebûn.



14.05.2020 23:10 | xelîl

9. Mirin nîşaneya hebûnê ye. Yanî dijwateya nebûnê ye.
Yanî mirin hebûn e. Yê ku heye dimire, yê ku nîne, mirin jêre nîne.

Lê heke armanca pirsê ev be: "ferqa piştî mirinê û nebûnê" be, ew Bersiv jî girêdayî bawerîya olî ye.

Lê li gorî min pirsa girîngtir ev e: " piştî mirinê, mirov nebûnê an jî hebûnê dixwaze?



15.05.2020 00:19 | gumgumok

10. mirov dikare mirina xwe bifikire hema nikare qet tunebûna xwe bifikire. bala xwe bidin hûn dikarin qet tunebûna xwe bifikirin?



15.05.2020 00:27 | doesntmatter

11. Mirin, ji hebûnê çûyina nebûnê ye; nebûn, valahî ye. mirin çalakiyek e, lê nebûn bêhereketî ye. mirin heye, lê nebûn neyî ye, tune ye.



15.05.2020 12:35 | de facto hozan

12. (bnr: ferqa nebûn û tunebûnê)



14.11.2023 23:34 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
tirşik v3.0 [1]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
belki ev jî bala te bikişînin
» ferqa xof kirin û tirsînê
» nebûna zanyariyan di nivîsên tirşikê de

Kategoriyên mijarê:: felsefe
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî