Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    37 mijar û 38 peyam
    karapetê xaço - tirşik
    karapetê xaço
    (1) (0) ecêb (0) (11)
    di mijarê de bigere

    1. karabêtê xaço an jî gerabêtê xaço



    yek ji dengbêjên herî navdar e.

    1902 de li batmanê hatiye dinyayê. bi eslê xwe ermenî ye. 2005ê 15ê kanûnê de, 103 saliya xwe de emrê xwedê kir.

    navê wî yê rastîn garabet haçadruyan e. di bûyerên 1915ê de [(bnr: jenosîda ermeniyan)] malbata wî hatiye qatilkirin.

    bi salan li gundan psrsekî kiriye ku debara xwe bike. piştî serhildana şêx seîd hatiye sûrgûnkirin li suriyê.

    li wir ji ber ku tu kar û bar tune, dikeve lejona fransiyan. li wir 15 salan xizmetê dike.

    piştî şer derbasî ermenîstanê dibe, li wir sala 1950 de radyoya erîvanê de beşa kurdî de dixebite.

    tê gotin ku ji bilî kurdî tu zimanan de stran negotiye.



    albûmên wî:



    (bnr: eyşana elî)

    (bnr: zembîlfiroş)

    (bnr: genc xelîl)

    (bnr: xumxumê)

    (bnr: hesenîko)

    (bnr: lê dihole)

    (bnr: bişêriyo)

    (bnr: lê lê edûlê)

    (bnr: xezal)

    (bnr: filîtê qutu)

    (bnr: silêmanê mistî)

    (bnr: de xalo)

    (bnr: mîrzikê zaza)

    (bnr: lawikê metînî)

    (bnr: evdalê zeynê)

    (bnr: hey babikê)

    (bnr: nûrê)

    (bnr: ay lo mîro)

    (bnr: mîro wayê)

    (bnr: derwêşê evdî)

    (bnr: yane yane)

    (bnr: lo dilo)

    (bnr: diyarbekir)

    (bnr: lê canê)

    (bnr: saliho û nûrê)



    2013.07.04-21:16 | simurg56

    2. dengbêjê dema ku diçe erîvanê heqaretê dibîne, ji ber ku jê re dibêjin ka ermenîtiya te?



    2013.07.04-23:14 | borazboz

    3. ji bo kurdan şermeke mezin e ku ew hunermendê mezin li nav tunebûnê de mir...



    2014.01.16-10:48 | resençiyayî

    4. Pirtûka salih kevirbirî ya bi navê "Sedsala Qêrînekê: Karapetê Xaço" heye. Ev pirtûk piştî çapê bi mehekê hate desteserkirin û qedexekirin.



    Fîlmê Mehmet Aktaş ê bi navê Dengekî "zemanê berê: Karapêtê Xaço" heye.



    2014.04.10-00:23 | bijîmillah

    5. Şivanê axa,lejyonerê frensa,dengbêjê radyoya yerevanê werhasil jiyaneke kûr û bi jan buhurandiye....



    2014.04.10-00:31 | birho_fîlo

    6. dengbêjê dîwana eşÎra reşkotiyan. ji ber ku tevlî artêşa fransayê bûye ti kes nikare înkar bike ku xwîna kurdan rijandiye ji loma li ber çavên min reş e.



    2014.04.10-01:04 | oxir

    7. kewekê xweşdixwîne ye li kurdistanê.



    2014.08.27-19:04 | xendekî

    8. "were axao, neçe romê

    rom xayîn e

    bextê romê tinîne

    …"

    (bnr: ay lo mîro)



    2014.08.27-19:10 | xendekî

    9. Cihe wî bihuşt be, zef xweş dibeje. Min teze strana wî evdale zeynîke û lawike metîne guhdarî kir.



    2014.12.18-09:09 | mala te ava

    10. îro di rûdawê de nivîseka salih kevirbirî sebaret bi seh saliya xwatirxwestina karapetê xaço ji vê dinyaya gewrik derçûye.. ka bixwînin..



    ''Sal 1925 e. Ev du sal in Komara Tirkiyê hatiye damezrandin û gellek herêmên komarê tûşî alozî û qeyranê bûne. Serhildana Sêx Seîd a ku heta berî bi demekê li piraniya bajarên kurdan belav bibû, bi xwînrijiyeke dijwar tê hilweşandin û tepisandin. Piştî vê şikestinê, rêberê serhildanê Şêx Seîd û rêhevalên wî, li meydaneke mezin a ‘Diyarbekira Birîndar’ li ber çavên mirovan hatin bidarvekirin.



    Ev têkçûn û encama xembar, wekî gellek niştecihên herêmê, li ser Dengbêjê Malbata ‘Filîtê Quto’jî bandoreke mezin dike. Navê wî dengbêjî Karapetê Xaço ye. Şikestina Tevgera Kurdî li ser Karapêt dibe sedema têkçûneke mezin a psîkolojîk. Hosteyê ermenî yê deng û awaza kurdî, bi mehan ligel Hesenê Filîtê Quto û mirovên giregir, merheleyên serhildanê bi dûredirêjî şopandiye û bûye mêvan- û guhdarî şirove û tehlîlên şer û serhildanê.



    Heyamekî piştî Serhildana Şêx Seîd, li dorhêleke wisa ye ku hêzên leşkerî yên Roma Reş ‘îmanê li kurdan diçikînin.’ Karapêt nema dikare li wan diyaran bimîne. Çar sal piştî serhildanê (1929), şevekê, bi awayeke veşarî ji sînorê Tirkiye-Sûriyê derbasî Qamişloyê dibe. Bi vê gavê re, pêvajoya Karapêt ligel kurdên Sûriyê jî destpê dike.



    Frensaya ku ji hêzên hevgirtî yên Şerê Cîhanê yê Yekem e, li ser sînorê Tirkiye-Sûriyê ye. Wexta ku Karapetê Xaço li kolanên Qamişloyê digere, ji belavok û danezanan pê dihese ku Artêşa Frensayê qeyda leşkeran dike. Dengbêjê me jî dibêje ‘jixwe ez bi kêrî tiştekî nayêm’ û wekî lejiyoner beşdarî artêşa Frensayê dibe.



    Karapêtê Xaço bi qasî 15 salan di artêşa Frensî de bi peretî leşkeriyê dike. Bedewtirîn cilan di wan deman de li xwe dike û baştirîn xwarin û vexwarinan di heman demê de dixwe û vedixwe. Hosteyê Kilamên Mêrxasiyê, di vê merhelê de dibe xwediyê giraniyeke mezin û kêm jî be, fêrî hinek gotin û qisedanên frensî dibe.



    Roj tê, wekî hêzên hevgirtî yên din, peywira Artêşa Frensiyan jî li herêmê bi dawî dibe, biryar derdikeve ku artêş ji ser Lubnanê vegere Frensayê. Karapêt, li wan salan li Sûriyê, ne tenê bi şexsiyetên giregir ên kurd û dengbêjên herêmê, herwiha di nav Artêşa Frensî de jî bi gellek dost û hogiran re têkiliyan datîne. Di şevên havînê de, ji bo leşkerên kurd ên di nav artêşê de û ji bo fermandarên wan ên Frensî kilaman dibêje. Frensiyên ku ji Karapêt pir hez kirine, jê re dibêjin heke bê Frensayê, dê jiyaneke baş ji bo wî dabîn bikin û dixwazin ligel wan biçe Frensayê. Lê Karapêt vê daxwaza wan qebûl nake.



    Di vê demê de, rêveberiya Yekîtiya Sovyeta Sosyalîst biryarekê derdixe ku Ermeniyên diyasporayê vegerin welatê xwe. Li ser vê yekê, dawiya sala 1946ê, Karapêt ligel kurê xwe yê biçûk Sêrop û jina xwe Yevayê diçe Yerevana paytexta Ermenistanê. Her çiqas ermenî bin jî, malbata wî peyveke bi ermenkî jî nizane. Ev yek jî, pêşî dibe sedema tengasiyên mezin. Ji ber ku zimanê xwe nizanin, ji aliyê cîranên xwe ve biyanî tên dîtin û nikarin têkiliyeke baş deynin. Sedema nezanîna wan a ermenkî, dike ku gundiyên ermenî yên li gundê Solxoza Çaran jî henekê xwe bi wan bikin. Ev nexweşî û tengasiya wan heta ku têkilî bi kurdên misilman û êzîdî re datînin, berdewam dibe. Paşê hêdî hêdî Karapetê Xaço li wî aliyê çemê Erezê jî dibe ‘gula li ber dilê wan’ û heta xatirê xwe ji me dixwaze jî wisa dimîne.''



    http://rudaw.net/kurmanci/opinion/16012015




    11. Ji bo kilama wî lawikê metînî vîdyoyeke nû hatiye çêkirin, gokçe gurcay bi baterî'yê tevlî kilamê bûye, şêwazeke nû daye kilamê:














    2015.02.02-16:00 | xendekî

    12. xelat nivîsandina kombînasyona navê wî; belkî hemû jî rast in an ya rast kîjan e ez jî nizanim.

    (bnr: xerabete xeco)

    (bnr: gerabete xaço)

    (bnr: karapete xaço)

    (bnr: gerapêtê xaço)

    (bnr: karapetê xaço)

    (bnr: xerabete heco)

    (bnr: gerabetê haco)



    2015.02.10-10:56 | ciwan

    13. mirovê ku ji biçûkatîya xwe-ewilda- heya temene xwe yê dawîn jî xizmeta wêjeya û dîroka û kelepûra kurda kirîye;lêbelê em jê re nebûn malxwe,xwedî...





    2015.02.11-00:31 | pîlerka pîr

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    bi kar hanîtina nimreyên plakayên tirkiyê
    ji kurdekî kurdîstanî re tiştekî pir şaş be gerek. lewra em kurdîstanê...
    pirtûkên bi kurdî
    mijara ku ji hemû pirtûkên ku kurdî hatine nivîsandin, û ji zimanên di...
    çarînên nivîskarên tirşikê
    (bnr: kezebreşiya anksiyete manksiyeteyan)
    Ez ne helbestvan im,...
    piştî xwarinê ranekirina sifreyê
    edeteke xwendekaran e. ez behsa sifreya erdê dikim, loma bila yên ku l...
    filîtê quto
    karapetê xaço ; Heylo heylo heylo heylo heylo heylo Heylo ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » karapetê xaço

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî