1. nizanim min mijar rast vekir an na? ama ji xwe hûn ji min fêhm bikin bes e (an hûn ji min fêhm jî nakin?*). li ba min, meseleyên wisa pir in. |
|
10.03.2014 10:12 |
hun çawane heval
|
2. ez zarok bûm, diçûn dibistanê nayê bîra min lê pola min nav 1 -5 de bû. rojekê di derzê de qey min xwe wenda kiri bû, ez tiliya ketibû pozê xwe. Vî quzjingê mamoste nav her kesî bang kir bi hişka: 'ka ez çekala xwe te de!'. Min pirr fedî kir wê rojê. Hêj tê bîra ez fedî dikim... |
|
19.08.2014 23:23 |
serpale
|
3. (bnr:kamil/31920) |
|
20.08.2014 11:40 |
nazim tolhildan
|
4. par nûka min dest bi zanîngehê kir, li amedê. em diketin dersan. vêca carna zirav bi min re çêdibû ( te dî herkesî xwe bere dikir, me jî xwe nav re kir) ez jî carna radibûm, min dixwest pirsên ku mamoste dipirsîn bibersivînim. temenê min hatiye 20'ê, ez ê li zanîngehê, beşa hiqûqê, ew 14 sal e ez tirkî dibênim, ez pirsên tirkî fûll çêdikim lê dema ez radibûm bersiva pirsa bidim pêş 200 kesan min kurdî dikir nav tirkî de, min tevlîhev dikir. ez ji ber wê gelekî fihêtkar dibûm, lê dîsa radbim * |
|
20.08.2014 14:01 |
xendekî
|
5. Tê bîra min ez di dema dibistana seratayî pola yekem de bûm û bihar hati bû, dem dema evînê bû.kulîlk vedabû, çûk li ser daran distriyan.. Min hîn fêrê xwendin û nivîsandinê bibûm. Yek kêçikek di pola min de li tênişta min rûdinişt.min di wê temenê de dil berda bû wê. Min rojek name ji bo wê nivîsî, lê min ciret nekir bidamayê û ev name havînê di nav lênûska min de bû, ket destê apê min. Û mehek bi min keniyan. Hêj tê bîra min ez fedîkar dibim. Ez çi bûm yaw.. |
|
08.04.2015 10:25 |
ozjan xwenas
|
6. ji vir 5 sal berê, li amedê ez diçûm hinda pismamekî xwe. lawik li parkormanê li dîjle kafeyê li benda min bû. ez çûm serê ewilî têketim hindir geriyam lê min wî nedît. min li der û dorê xwe mêzekir xuya nake. li derve jî mase hebûn, min got belkî li wir be. min derî vekir du sê gava avêt di carekî de nigê min ê rastê ket kortikekî. min mêze kir hewzekî 25-30 cm kûr. nigê min heta çokê ket nav avê. çiqas mirov li wir bûn tev vegeriyan û li min temaşe dikirin. henak ji wan dikeniyan filan... ji şerma ez nizanibûm çi bikim. min nigê xwe derxist çûm hinda pismamê xwe weke ku qet tiştekî nebûbe rûniştim min çayekî jî vexwar lê ji fediya 10 deqqe zêdetir rûneniştim. ew roj ev roje ez naçim dîjle kafeyê... |
|
03.12.2015 03:13 ~03:14 |
mahîr amed
|
7. meseleyên yek ji wan eve: min ji keçika meta xwera got were em bi gulaşê bileyzin an bi nava hev bigrin anjî em hevdû bi gevizînin... wê jî çû bû ji bavê minre gotibû piçê kurête bela xwe bimin daye.. bavê min aniha jî diçe tê dibêje meriv dibê qey tu tiştê wisa nizanî ez jî serê xwe pêl dikim qaşo fedî dikim û di nav dilê xwede dibêjim herê bavo hayate ji çi heye.. |
|
03.12.2015 16:55 |
shorbevan
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |