Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    18 mijar û 25 peyam
    xirabo - tirşik
    xirabo
    (4) (0) ecêb (0) (3)
    di mijarê de bigere

    1. stranê (bnr: miradê kinê) ye. strana herî kêfa min jê tê. gelo destpÊka stranekî ewqas xweş heye.* diyar e ku ev stranê di nav civatekî de dibêje, û nav civatê de erebên sêrtê jî hene, ji ber ku dengê şûşeyê û hevokên tirkî hene. miradko xwe ber civatê şêrin bike henekan jî dike. *












    12.04.2014 00:47 | rêzan

    2. bilind îbrahîm jî vê stranê xweş distire.. Here lînkê



    12.04.2014 00:50 [guhertin:2016.07.30 16:30]| endazer

    3. ....

    xirabo xirabo xirabo xirabo

    min go xanîkê bavê xelkî min î delalî bû kanî axeban e

    ew aliyek sûk e yek jî dikan e yek kêf e yek seyran e

    min dêhna xwe dayê li min hatiye eyda qurban e eyda haciyan e

    ew xort û cihêlên gundê me temam li ber derê mala bavê keçikê civiyan e

    de belê wezî ber derî mala bavê xelkî delal sekinîm min go malxirabno ma ne xanîkê mala bavê keçikê bûyî ziyaret xortan û qibleta mêran e

    ji xêra wî navê xwudê barê keremê re wezê bame stêrek min xwe dabe ezmanan şewq û şemala min daba bajaran û gundan û kilîman û şaristanan

    na wile ez ê bame hakimekî adil di xopanê gundê me rûniştbama min şer' û silahetê xelkê temam vedabana bi xwudê min karekî di mala bavê xwe d'nedikir ma min ê jina qenc ji mêrê xirab daba berdan

    xirabo wezî bendewar im ji sibê heya êvarê çavê min her bi çar malê gundê me yê jêrî de tê d'xwarê heke li rojên şahiyan û dawetan çavên min li bejna zirav û wî dêmê sorgulî wa dev û lêvên şekirî rûkê dengizî bikevin bi xwudê nefsa min a tenik e li vê dinyayê ez ê bi nefsa xwe nikarim lo

    de bes e loy lo de bes e loy lo bes e bêbavo te ez helandim lo



    25.08.2016 21:36 | endazer

    4. strana bilind îbrahîm wekî hemû stranên xwe gelek nerm sitirye meriv jê acis nabe, vê sitranê meriv bavêje playlistê û çend rojê carek dû car sê car.. meriv dikare gohdar bike..



    bi dengê bilindo di youtubeyêşe rastî vê stranê nehatim.. ;

    Here lînkê



    25.08.2016 22:35 [guhertin:2016.08.25 22:37]| shorbevan

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    dothrakî
    rêzefîlma game of thrones de navê gelek kuvî û barbar e. îhtîm...
    xewnname
    Tirşikvanekî efsûnî ye. Heye lê tune ye wekî xewnekê * dibe Ku ji niv...
    îbrankî
    Zimanekî ji Malbata Hamî - Samî ye. Dema ku ez ciwan bûm, min niyet ...
    xwarinên navdar yên bajarên kurdistanê
    (bnr: helîse)...
    cemîlê konê
    (bnr: schindler's list) schindlerê kurd, cemîlê konê, leşkerekî kur...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » xirabo

    Kategoriyên mijarê:: muzikstrn
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî