Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 21 peyam
tiştên ku ji kurdan re pêwîst e

tiştên ku ji kurdan re pêwîst e

2. Şîreta Bedîuzzeman Mele Seîdê Kurdî:

Ey Gelî Kurdan!

Îttîfaqê de quwet, îttihadê de heyat, di biratîyê de seadet, hukûmetê de selamet heye.
Kapika îttihadê û şirîta muhebbetê qewî bigrin, da we ji belayê xelas ke.

Qenc guhê xwe bidinê, ezê tiştekî ji we re bibêjim:
Hun bizanin ku sê cewherê me hene; hifza xwe ji me dixwazin.

Yek İslâmiyet e; ku hezar hezar xûna şehîdan buhayê wê dane.
Ê duduyan insaniyete; ku lazime em xwe nezera xelqê de bi xizmeta 'eqlî, ciwanmêranî û insaniyeti xwe nîşanî dunê bidin.
Ê sisîyan millîyeta me ye, ku meziyetê da me; ê berê ku bi qencîya xwe sax in, em bi karê xwe, bi hifza millîyeta xwe, ruhê wan qebra wan de şad bikin.

Piştî wê, sê dijminê me hene, me xerab dikin:
Yek feqîrtî ye; Çil hezar hemmalê Îstenbolê delîlê wê ye.
Ê duduyan cehalet û bêxwendinî ye; ku hezar ji me da yek "qazete" nikarin bixwînin delîla wê ye.
Ê sisîyan dijminî û îxtilaf e; ku ev 'edawet, quweta me wunda dike, me jî musteheqî terbîyê dike û hukûmet jî ji bêînsafîya xwe zulm li me dikir.

Ku we ev seh kir, bizanin çara me ev e; ku em sê şûrê elmas bi dest xwe bigrin, ta ku em hersê cewherê xwe ji dest xwe nekin û hersê dijminê xwe ser xwe rakin.
Û şûrê 'ewil: Me’rîfet û xwendine.
Ê duduyan: Îttifaq û muhebbeta millî ye.
Ê sisîyan: Însanê bi nefsa xwe şuxla xwe bike û mîna sefîlan ji qudreta xelkê hêvî neke û pişta xwe nedetê.

Û wesîyeta paşî:
Xwendin, xwendin, xwendin...
Desthevgirtin, desthevgirtin, desthevgirtin...



14.08.2017 14:27 | mîr

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
antolojiya helbestvanên nûjen [4]
Antolojiya Helbestvanên Nûjen: Helbestvanên Bakur antolojiya helbestva...
se7en [2]
Wat waz yîn di bakssssssss, watttt wazzzzz yînnn di bakssssssss* ...
hîperemezîs gravîdarûm [1]
%80yê jinan dema ducanîtîyê dilê wan dixele û vedireşin û ev tiştekî a...
wele govend ranabe [1]
Straneka aram tigran e. Gotinên stranê ji aliyê Dîkran Melîkyan we hat...
sendroma swyerî [1]
sendromek e ko rê lê vedike ko karyotîpa mirovî 46XY be lê fenotîpa wî...
belki ev jî bala te bikişînin
» tiştên çirto virto
» kurdane
» pêwîstiya qedandina desthilata barzaniyan

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî