2. sempozyoma ku îro li dar ket û birêve çû û sibe jî wê dom bike..
ji ber ku cihê rûniştinê tunebû min nekarî ez zêde guhdarî axaftinên axaftvanên mêvan bikim lê dixwazim çend kêmasiyên bi ber çavên min ketîn li vir binivîsim.. belê eger hevalên berdêlcî amade bin em destpê bikin;
- wek min di serî de got cih teng bû û pirraniya xelkê li ser piyan guhdarî axaftvanan dikir û yên li ser piyan jî cih ji xwe re nedîtî ji neçarî li hewşa şanoya şaredariya amedê diçerixîn.. min ji bîr kir bêjim sempozyom li salona konferansê/şanoyê ya şaredariya amedê li dar ket û wê siba jî dewam bike.. ji aliyê organîzasyonê ve kêmasiyek mezin bû baş nizanim organîzatorên semozyomê bîr biriye an na, destûr xwestiye an na, lê wek alternatîf salona kongreyê ya zanîngeha dîcleyê hebû ku berî çend mehan malpera kurdîgehê tê de konferansa kurdolojiyê çêkiribû..
- ji devê hevalekî ku di tirşikê de jî nivîskar e -yanî dikare were min biderewîne û xwe deşîfre bike- digot dem û derfet û mafê axaftivanên di sempozyomê de gelekî kurt e ji ber hindê heçî tê ji kaxezê metna xwe dixwîne û diçe û bêyî kes tiştekî jê fêm bike û li ser mijarê bê guftûgokirin..
- portfoy an hÛn kurmanc çawa dibêjin çarçoveya axaftvanên xwestî û vexwendî zêde ne zengîn û rengîn û piralî bû.. xwezî ji her hizb û rêxistin û partiyekî kurdistanî axaftvan hatibûna xwestn û vexwendin..
|