Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


28 mijar û 60 peyam
bi rastî ez çima narim iraqê an îranê?

bi rastî ez çima narim iraqê an îranê?

3. Bi min sedema herî sereke ew e ku zêdepariya Kurdên bakurê di bin bandora hişmendiya Tirkan de mane û mirovên/civata rojhilatê û başûrê ji xwe biçûktir dibînin. Heke pere û derfet hebin dixwazin xwe bavêjin li bajarekî Europayê û bi parvekirina çend wêneyan ve forsa xwe bavêjin. Lê Rojhilat an jî başûr bona wan ew qasî ne girîng e, bi çûyîna van deran ve nikarin forsê bikin. lê helbet dibe ku gelek sedemên din jî hebin. Bo nimûne;
1- welatên di bin kontrol û hişmendîya îslamî de bona jinan ne ewle nin. Hevalên jin nikarin bi asayî biçin li îranê û li hotelekî de bimînin an jî bi tena serê xwe bigerin.
2- li van deran derfetên ku meriv wekî bajarên europayê hostel/hotelên cihê cihê û erzan bibîne tune.
3- çanda (bnr: couchsurfing) ê li van deran zêde belav nebûye, meriv nikare bi asayî ji xwe re cihê mayînê bibîne.
Lê bi aliyekî din ve jî gelek avantajên van deran heye. Bo nimûne
1-Heke kurdekî rojhilatê te bike mêvanê xwe, ne bi wekî europayîyan te bi tena serê xwe dihêle. Bi xwarin û xwarinê ve bigire heya gerrîne her tiştî bona te dike, jixwe bona wan "couchsurfing" tê wateya mêvandarîyê. Eh ne hewceye ez pesne mêvanperwerîya kurdan bikim ne wisa?
2-Rojhilat pir erzan e, meriv dikarê nîvê nîvê pereyê ku bes pê diçe welatekî europayê li rojhilatê têra dilê xwe bigere.
belê derheqa başûrê de zêde nizanim lê heke miyaser bibe ez ê çend mehan şûnda herim li başûr û wê çaxê dikarim dîsa binvîsim.



13.05.2018 00:27 | jifêzagorda

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
belki ev jî bala te bikişînin
» çima zalim zêde dijîn

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî