Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 36 peyam
di dewsa yekî de şermkirin

di dewsa yekî de şermkirin

1. hîseke ecêb e. ez di nav civakÊ de bim jî bi tenê bim jî carina li dewsa xelkê ez şerm dikim, li ber wî kesî dikevim fêdîyan..
mesela tv temaşe dikim dema kurdekî derdikeve ser sehnê eger ew kurd tewşimewşo xeber dabe, ez şerm dikim lê bi rastî şerm dikim wek ku ne ew kes, bes ez bixwe yê tewşomewşoyî me û li şûna wî ez wa diştexilim û hemî dinya wa li min temaşe dikin. di van kêliyan de ez qanalê diguherînim.
nizanim ev hîs çima heye? carinan li derve hevpeyvînên hindek qanalan diweşe. ger xelk pirr ehmeq be bi peyv û hevokên xwe yên genî cahaltiya xwe dabin li der û di devê xwe de rîtibin ez vê kêliyê di vê kêliyê de xwe bi xwe dibêjim xwezî erd qelîşiyaba û ez jî têde wer bûma..

dema ez zarok bûm di dibistanê de carinan mamoste digot mijara dersa me xelas bûye, ez dişêm em hinekî bipeyivin. carinan mamoste li xwendekarekî radikir li ser depê dikir û sohbet dikirin. ji bo ku mamoste jî dixwest hindek bikene pirrî caran gazî li xwendekarekî qeşmer dikir. eger ew xwendekar dîsa wilo eletewş bipeyiva min serê dikir di nav çeng û milên xwe daku ez ji vê civatê û ji vê atmosferê bi dûr bikevim.



04.12.2019 13:21 | ferhenga şikestî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
forseti [1]
komeka neofolkê ya almanî ye. gîtarjen û stranbêjê wê (vbnr: A...
di nav kurdan de kêmasiya vegan û vejetaryanan [1]
Ev qasê du salan e ez jî vejeteryan im, lê min jî fam kiriye ku goştxw...
jan dost [1]
romana kurdî mixabin hê di dergûşê de ye. cihê mehmed uzunî ya vala h...
stranên kurdî yên li ser heywanan [2]
Strana dîko a ferhadê içmo yek ji wan e. Mirov ku lê dihise nizanim ji...
the cranberries [1]
Dengê wê bi rastî Zêde zêde xweş e.. Strana dreams (yout...
belki ev jî bala te bikişînin
» yekîtiya ewropa dê piştgiriya fîlma kurdî bike

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî